Li Rûsyayê Şoreşa 19’ê Tîrmehê hate pîroz kirin
Kurdên li Rûsyayê dijîn, salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê pîroz kirin.
Kurdên li Rûsyayê dijîn, salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê pîroz kirin.
Kurdên li Komara Adigeyê ya herêma Krasnodar a Rûsyayê dijîn, li gundê Sadovoye hatin gel hev û Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê di salvegera wê de pîroz kirin.
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Rûsyayê Reşad Benav û endamê KNK’ê yê Rûsyayê Feyzo Abdûlayêv bal kişandin ser girîngiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê.
Axaftvanan destnîşan kirin ku, Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd a bi pêşengiya PKK'ê pêk hat.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku di çarçoveya felsefeya Modernîteya Demokratîk a Abdullah Ocalan de jiyana demokratîk û azad hatiye avakirin.
Pîrozbahiyê heta derengê şevê bi muzîka hunermend Nisrîn Botan, Haci Musa û hunermendên herêmî Barî Yûsûpov ên ji Rojava hatin dewam kir.