Kurd li dijî Lozanê dimeşin
Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê li dijî peymana Lozanê ya înkar û qirkirinê dimeşin.
Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê li dijî peymana Lozanê ya înkar û qirkirinê dimeşin.
Di 100. salvegera Peymana Lozanê de ku Kurdistan kir çar parçe û bû bingehê siyaseta qirkirina gelê Kurd, gelê Kurdistanê li bajarê Lozan ê Swîsreyê li gel konferanseke navneteweyî meşekê li dar dixe. Ji saetên serê sibê ve Kurdistaniyên ji gelek welatên Ewropayê bi taybet ji Swîsreyê herikîn bajarê Lozanê.
Gelê Kurdistanê ji avahiya Château d'Ouchy ya li qiraxa Gola Lemanê ku hevdîtinên Lozanê lê hatin kirin, heta Qesra Rumine ya ku peyman lê hatibû îmzekirin, dimeşin.
Bêyî navber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan Azadî", "PKK’ê", "Bijî Kurdistan” û "Faşîst Erdogan" tê berzkirin.