EWROPA
TJK-E û KCDK-E'yê bang li her kesî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 10'ê Hezîranê li ber Konseya Ewropayê bicivin û beşdarî çalakiyên 9-11'ê Hezîranê yên li seranserê Ewropayê bibin.
24’emîn Desteya Giştî ya KNK’ê di dîplomasiya neteweyî ya Kurd de îmzeyeke dîrokî avêt. Bi dengên delegeyan hate erêkirin ku ji bo ku gelê Kurd bi statuya çavdêrî di NY’ê de cih bigirin, nameyeke fermî ji bo Sekreteriya Giştî ya NY’ê bê pêşkêşkirin.
Roja duyemîn a civîna Civata Giştî ya KNK'ê bi nîqaşên li ser mijara "Konferansa Neteweyî" destpê kir. Di civînê de li hemberî ferzkirina Lozaneke duyemîn û gefên herêmî yên li ser gelê Kurd işaret bi girîngiya "Biryardariya yekîtiyê" hate kirin.
Di rapora xebat û encamê ku di Desteya Giştî ya KNK’ê de hat qebûlkirin de hat diyarkirin ku dorpêça herêmî ya ku Kurd pê re rû bi rû dimînin, tenê bi yekîtîya neteweyî, sazûmanî û stratejiyeke hevpar dikare were derbaskirin.
16’emîn Festîvala Çanda Dersimê ya Ewropayê ku li Frankfurtê tê lidarxistin, tevahiya du rojan Dersimî, Elewî û hêzên demokrasiyê anî ba hev. Di festîvala bi şîara “Bi hev re ber bi Dersima Demokratîk û Xweser ve” de daxwaza “aştiya bi rûmet” hat kirin.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
‘Kiryara Qetlîama Sêwazê, aqlê avakêr ê dewletê ye’
Kongreya Avakirina Dersimê diyar kir ku kiryara Qetlîama Sêwazê, aqlê avaker ê dewletê ye û got: “Avakirina xeteke têkoşînê ya berfireh li dijî êrîşên piralî, pêşîtiyeke bingehîn e ku nabe mirov taloq bike.”
-
Serhildana li Fransayê li gelek bajaran belav bû
Li Fransayê serhildana ku piştî kuştina zarokekî 17 salî ji aliyê polîsan ve, destpê kir, di şeva sêyemîn de bêhtir dijwar bû. Şaredarî, wesayitên giştî, firoşgeh, wesayit û dibistan hatin şewitandin. Herî kêm 667 kes hatin destgîrkirin.
-
Li Zurîhê banga parastina Şoreşa Rojava
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi banga “Ji bo parastina Şoreşa Rojava em tev bigerin”, bi pêşengtiya HBDH’ê li Zurîhê çalakî hat lidarxistin.
-
-
-
-
Li seranserê Fransayê protesto û çalakiyên şewitandinê
Li Fransayê piştî ku zarokekî 17 salî yê bêdestûrnameya ajokariyê wesayit diajot ji aliyê polîsan ve hate kuştin, bûyerên tundî û protestoyî li seranserê welêt destpê kirin. Tramvayek û qereqoleke polîsan jî di nav de gelek dever hatin şewitandin.
-
-
-
-
-
KON-MED’ê Cejna Qurbanê pîroz kir
KON-MED’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Qurbanê pîroz kir û bang li Kurdên li Elmanyayê kir ku bi boneya Cejna Qurbanê hevgirtina hevpar xurttir bikin.
-
Li Torontoyê ji bo parastina Rojava bang hat kirin
Êrîşên dewleta Tirk, bi meşeke heta li ber Balyozxaneya Tirk hat protestokirin û wiha hat gotin: ‘’Me bang li gelê me yê li Kanadayê ew e ku bi Rojava re ku hewil didin wê bi tenê bikin, yekcar bibin piştevan û Şoreşa Rojava biparêzin.’’
-
-
-
-
KON-MED’ê kongreya xwe ya 3’emîn li dar xist
KON-MED’ê li Bergîsch Gladbachê kongreya xwe ya 3’emîn li dar xist. Di kongreyê de xebatên azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina qedexeya PKK’ê bûn armancên sereke û ji bo hevserokatiya nû Emîne Rûken Akça û Kerem Gok hatin hilbijartin.
-
Li Yewnanistanê dengdanê destpê kir
Li Yewnanistanê piştî ku di hilbijartinên 21’ê Gulanê e piraniya mûtlaq ne derketin holê, li ser banga Serokwezîr Kîrîakos Mîçotakîs hilbijêr car din çûn ser sindoqan.
-
-
-