‘Hêviya min ne ji dewletan lê ji gelan heye’

Xoşnav Ata ku 355 roj in li ber OPCW’ê daxwaza edaletê dike, diyar kir ku wî hevî ne ji dewletan lê ji gelan heye û wiha bang kir: "Em Kurd û dostên Kurdan, dengê xwe bikin yek û li ber çekên kîmyewî rabibin."

Çalakiya Xoşnav Ata ku 5’ê Têbaxa sala 2022’yan li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên bi ser gerîla de li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) dest pê kir, berdewam e.

Ata ku ji ber êrîşên kîmyewî du birazê/xwarzêyên wî yên bi navê Mîhrîban û Gulperîn bûn şehîd, bi bîr xist ku dewleta Tirk ji şerê Gara yê sala 2021’ê ta bi niha çekên kîmyewî ku di warê navneteweyî de wek sûcê şerê tên qebûlkirin bi kar tîne û bertek nîşan da ku çima dewletên navneteweyî dengê xwe nakin.

 ‘ME HÊVÎ NE JI DEWLETAN LÊ JI GELAN HEYE’

Ata diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcekê şer e û got: "193 dewletên kapîtalîst OPCW ava kiriye. Ev dewlet li gor berjewendiyên xwe tev digerin. OPCW jî li gor berjewendiyên van dewletan tev digere. Ên Kurdistan kir çar parçe ev dewlet in. Ji lew ma me hêvî ji gelê me ye, ne ji van dewletan. Em Kurd yekitiya xwe ava bikin."

‘DEWLET NE DOSTÊN KURDAN IN’

Xoşnav Ata da xuyakirin ku ger dewletek serî lê bixe wê OPCW bikare têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê tev bigere û ev nirxandin kir: "Kurd pir in, lê dewleta wan nîn e. Dewlet ne dostên Kurdan in. Lewma gava Kurd rû bi rûyê çekên kîmyewî bibin, bi berpirsyariya xwe ranabin, naçin lê nakolin."

Ata, bang li gelên Ewropayê jî kir û got: "Gelê Ewropayê gelek dilzîz û hişyar e. Divê Kurdan ji bîr nekin. Mafê jiyanê yê Kurdan jî bi qasê yê gelên Ewropayê heye. Axa Kurdan dagirkirî ye. Em Kurd û dostên Kurdan bibin yek û li ber çekên kîmyewî rabibin."