Li gorî encamên hilbijartinên ku roja Yekşemê hatin kirin, Partiya Gel a muhafazakar Alberto Nunez Feijoo bû partiya yekem û 136 parlamenter şandin parlamentoya ku 350 kursî lê hene. Lê tenê tifaqa wî ya potansiyel Vox ê rastgirê radîkal derdikeve pêş. Vox jî 33 kursî bi dest xist. Ji bo hikumetê jî 176 kursî hewce ye û ji ber vê hikumet jî nayê avakirin.
Partiya Gel li gorî hilbijartinên 2019’an 43 kursî zêde kir. Wê 150 kursî ji xwe re kiribû hedef û gelekî di binê hedefa xwe de ma.
Partiya Karkerên Sosyalîst a çepgir jî (PSOE) 122 kursî bi dest xist, tifaqa çepgir a radîkal Sûmar jî 31 kursî bi dest xist.
Li gorî gelek çavdêran ev encam ji bo çepgiran surprîzek e.
Serokwezîrê niha yê sosyalîst Pedro Sanchez û hevrikê wî yê muhafezekar wê vê Duşemê dest bi muzakereyan bikin.
Sanchez pênc sal in desthilatdar e û di pozîsyoneke xurttir de ye. Dibe ku partiyên Bask û Katalanê piştgiriyê bidin Sanchez.
Heke şert û mercên avakirina hikûmeteke koalîsyonê bi hevkariya Partiya Gel û Vox bihatana bicihanîn, wê partiyeke rastgir a radîkal, piştî bidawîbûna dîktatoriya Franco cara pêşîn bibûya desthilatdar.