Şehîd Denîz û Aydîn li Heîlbronnê hatin bibîranîn
Şehîd Seher Denîz û Şehîd Şehmûs Aydin li Heîlbornnê hatin bibîranîn.
Şehîd Seher Denîz û Şehîd Şehmûs Aydin li Heîlbornnê hatin bibîranîn.
Gerîlaya Hêzên Parastina Gel (HPG) Seher Denîz (Xecê Ateş) a ku 8’ê Hezîrana 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû û Şehmûs Aydin ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bibû, li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Bîranîn bi tevlêbûna malbatên şehîdan, bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Heîlbronnê hat lidarxistin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê malbatên şehîdan axivîn û gotin: “Şehîdên me rûmeta me ne; ji bo xwedî vê têkoşîna bi rûmet derkevin, divê têbikoşin. Heta ku Rêber Abdullah Ocalan û Kurdistan azad bibe, em ê di rêya şehîdên xwe de bimeşin.”
Di axaftinên li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de jî bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a faşîst di rojên dawî de êrîşên xwe yên li dijî qadên gerîla bi zêdetir didomîne. Hevreyên şehîdên me bi berxwedaneke xurt bersiva pêwîst didin dewleta faşîst ku çekên kîmyewî jî di nav de bi her curê çekên qedexe êrîş dike. Em gel divê gerîla bi tenê nehêlin, dakevin qadan û bibin dengê gerîla.”
Piştî axaftinan helbestên li ser şehîdan hatin xwendin û sînevîzyon hate nîşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.