ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şehîd hatin veşartin
6 şervanên QSD'ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn li Şedadê, 6 endamên Ewlekariya Navxweyî û şervanekî QSD'ê yên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn li Keramayê hatin veşartin. -
Operasyona rizgarkirina sivîlan a li Reqayê dewam dike
Tîmên taybet ên QSD'ê, 40 sivîlên din li navenda Reqayê ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar kirin. -
'Bi dagirkirina Îdlibê re dixwazin DAIŞ'ê bînin herêmê'
Fermandarê Giştî yê Ceyş El Siwar Ebû Alî Barada destnîşan kir, ku gel û siyasetmedarên Îdlibê wê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li ber xwe bidin. -
Li Reqayê, komeke din a ji sivîlan hate rizgarkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li navenda Reqayê komeke din a ji sivîlan rizgar kirin. Di şer de 7 çete jî hatin kuştin. -
Li Dera Zorê 2 gund hatin rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Meclîsa Leşkerî ya Dera Zorê li rojhilatê Dêra Zorê bi pêş ve diçin. Şervanan 2 gund ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. -
Reqa ji aliyê zarokên Reqayê ve tê rizgarkirin
Ji fermandarên QSD'ê Lokman Xelîl diyar kir, ku piraniya beşdarên pêngava rizgarkirina Reqayê ji ciwanên Reqayê pêk tê û got, "Reqa ji aliyê zarokên Reqayê ve tê rizgarkirin." -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Cûdî Ararat hate veşartin
Bi sedan welatiyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo, cenazeyê şervanê YPG`ê Mehmûd Cemîl (Cûdî Ararat) ê ku di encama qezaya tirafîkê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dokir, veşartin. -
Li Minbicê şehîdên Reqayê bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 6 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Meclîsa Leşkerî ya Babê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîdan a Minbicê veşartin. -
Cenazeyên 2 şervanên azadiyê hatin veşartin
Bi hezaran welatiyên Dêrikê û Girkê Legê, cenazeyê 2 şervanên azadiyê yên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik, veşartin. -
Komploya navnetewî li Qamişlo hate şermezarkirin
Welatiyên bajarê Qamişlo 19’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê bi meşekî girseyî şermezar kirin. -
Pêngava Reqa: 8 çete hatin kuştin, 4 çete xwe radestî QSD’ê kirin
Di şerê li taxên navenda bajêr Reqayê qewimî de, 8 çete hatin kuştin, 4 çeteyan jî xwe radestî QSD’ê kirin. -
‘Kes nikare roja me tarî bike’
Bi sedan welatiyên bajarê Til Temir komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin wê tu kes nikaribe roja wan tarî bike. -
155 sivîlên din li Reqayê hatin rizgarkirin
Tîmên rizgarkirinê yên sivîl ên QSD'ê ji navenda bajarê Reqayê 155 sivîlên din rizgar kirin. Bi vê re hejmara sivîlên ku îro hatine rizgarkirin bûne 350. -
Li Reqayê 10 çete hatin kuştin, 195 sivîl hatin rizgarkirin
Li navenda bajarê Reqayê, di şer de 10 çete hatin kuştin. 195 sivîl jî ji aliyê tîmên taybet ên QSD'ê ve hatin rizgarkirin. -
Li Reqayê 14 çete hatin kuştin, 2 wesayîtên bombebarkirî jî hatin rûxandin
Li navenda bajarê Reqayê şerê dijwar diqewin, 14 çete hatin kuştin û 2 wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin. -
Bagera Cizîrê: Baskên Cezrat û Ebû Fas gihiştin hev
Di Pêngava Bagera Cizîrê de, baskên Ebû Fas û Cezrat gihiştin hev, şervanên QSD’ê pêş ve diçin. -
Li Girê Spî komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin
Welatiyên Girê Spî û Eyn Îsa bi dîrûşmeya ‘Na ji komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re” xwepêşandaneke girseyî lidar xistin û 19’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin. -
YPG: Çeteyekî girêdayî artêşa Tirk hate kuştin, 7 birîndar bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya êrîşên 8 rojên dawî eşkere kir. YPG’ê diyar kir ku di encama bersivdayina şervanan de çeteyek hatiye kuştin û 7 çete jî birîndar bûne. -
YPG’ê nasnameya 10 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 10 şervanên xwe yên ku di Pêngava Bagera Cizir û Reqayê de şehîd bûbûn, eşkere kir. -
Gelê Kobanê, komploya 9’ê Cotmehê protesto kir
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kobanê hate protestokirin. -
Rewşa dawî ya Reqayê
Operasyona Reqayê ber bi dawiyê ve diçe. Li navenda bajêr 46 sivîlên din hatin rizgarkirin. Wesayiteke bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin. -
Ehmed: Îdlib lîstik e, hedef Efrîn e
Fermandarê Hêzên Şoreşger Hecî Ehmed diyar kir, ku ketina dewleta Tirk a li nava Îdlibê lîstikek e û got, "Armanc, dorgirtina li Efrînê ye." -
Bager Cizîrê: Şervan bi pêş ve diçin
Şervanên QSD'ê, ku di çarçoveya Pêngava Bager Cizîrê de bi pêş ve diçin, 2 gundên din rizgar kirin. Wesayiteke çeteyan jî hate rûxandin. -
Pêngava Reqayê: Li taxa Nehdayê 60 sivîl hatin rizgarkirin
Şervanên QSD’ê li taxa Nehda ya bajarê Reqayê 60 sivîlên din ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. -
Cenazeyê 4 şehîdên Reqayê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyê 4 şervanên QSD’ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke heybet li goristana şehîdan a Tebqayê veşartin.