Bager Cizîrê: Şervan bi pêş ve diçin
Şervanên QSD'ê, ku di çarçoveya Pêngava Bager Cizîrê de bi pêş ve diçin, 2 gundên din rizgar kirin. Wesayiteke çeteyan jî hate rûxandin.
Şervanên QSD'ê, ku di çarçoveya Pêngava Bager Cizîrê de bi pêş ve diçin, 2 gundên din rizgar kirin. Wesayiteke çeteyan jî hate rûxandin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina bejahiya Dêra Zor de, ji bakurê rojhilatê bajarokê Mergedê bi kîlometreyekê xwe nêzî gundê Kebra kirin.
Li baskê Siwerê jî, şervanan gundê Qawiş Limlihe yê li bakurê bajarokê Siwerê hate rizgarkirin. Li vî gundî di şer de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Cenazeyekî çeteyê DAIŞ'ê jî tevî cebilxaneyê kete destê şervanên QSD'ê.
Li baskê Cezratê, çeteyên DAIŞ'ê hewl dan bi wesayita bombebarkirî êrîşî nuqteyên QSD'ê bikin. Wesayit bêyî xwe nêzî nuqteyên QSD'ê bike, ji aliyê şervanan ve hate rûxandin.
Çeteyên DAIŞ'ê her wiha saet di 03:00 de êrîşî şîrketa petrolê ya Konîko kirin. Şervanên QSD'ê bersiva êrîşê dan û di encamê de êrîşa çeteyan hate şikandin. Du êrîşkarên xwekuj hatin kuştin. Cenazeyê yekî ji wan kete destê şervanan.
Wekî din, li gundê El Sawa yê bi 24 kîlometreyan li bakurê rojava yê Dêra Zor e ku duh hate dorpêçkirin, şer dewam dike.