Komploya navnetewî li Qamişlo hate şermezarkirin
Welatiyên bajarê Qamişlo 19’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê bi meşekî girseyî şermezar kirin.
Welatiyên bajarê Qamişlo 19’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê bi meşekî girseyî şermezar kirin.
Li bajarê Qamişlo bi boneya 19. Salvegera kompiloya 9’ê Cotmehê meşek girseyî hat li darxistin. Meş di seet 16:00’an de li ber diwarê Qada Azadî despê kir, heta navenda çand û hunerê. Meş ji aliyê ciwanên şoreşger û navenda çand û huner ve hatibû organîze kirin.
Meş bi beşdarbûna, gelek partiyên siyasî, endamên saziyan û bi dehan gelê welatparêz yê Qamişlo li ber diwarê qada azadî despê kir, di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nivîsa ‘Kes nikare roja me tarî bike’ hate rakirin.
Dema ku meş gihişt navenda çand û hûnerê li ser navê TEV-DEM’ê Ebdulselam Ehmed axivî û bal kişand li ser girîngiya komployê û got: “Bi awayekî xayînane, ev komplo hate meşandin, di nava vê komployê de gelek dewletê ku dijminahiya gelê Kurd dikirin cihê xwe girtin.”
Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser ramanê Ocalan û wiha pêde çû: “Niha bi saya Rêberê netewî şoreşa rojava di astekî herî jor de bi rêve diçe û ev şoreş gihaye lutkeya ku li ser sîstema demokartîk a federal ya Bakurê Sûriyeyê. Bila dijminê gelê Kurd baş bizanibe, gelê Kurd hêza xwe ji felsefeya Rêber APO girtiye û wê heta dawiyê li ser vê felsefeyê rêya xwe bidomîne.”
Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Em ê haya dawî li pey rêça Rêberê xwe bin. Em ti carî jî li pey vê rêçê venagerin û em baş dizanin ku wê dewletên ku di vê komployê de cihê xwe girtîn bin bikevin û serkeftin ya Rêber APO û gelê me ye.”
Meş li ber navenda çand û hunera Qamişlo bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimre Îxanet’ û ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ bi dawî bû.