Şehîd hatin veşartin

6 şervanên QSD'ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn li Şedadê, 6 endamên Ewlekariya Navxweyî û şervanekî QSD'ê yên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn li Keramayê hatin veşartin.

Li Şedadê bi sedan kesan cenazeyên şervanên QSD’ê yên bi navê Elî Hemîş (Heqî Amûdê), Mihemed Sûltan (Ebû Ehmed), Mehmûd Xidir Ebdullah (Rêzan), El Hesen (Ilyad), Hisên El Elî (Ebû Mazin) û Nesûr El Reca (Erbîd) yên di Pêngava Bagera Firatê de şehîd bûbûn ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û berê xwe dan Goristana Şedadê.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazor Elî Xidir axivî. Xidir sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku DAIŞ wekî nexweşiyekê belav bûye û gelê Sûriyeyê ew ê hebûna DAIŞ’ê qebûl neke.

Piştî axaftinan belgeya şehadetê ya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.

GELÊ KEREMAYÊ ŞEHÎD VEŞART

Şervanên Ewlekariya Navxweyî Mihemed El Necîm, Mihemed El Ebhûl, Feysel Ehmed El Hesen, Şêx Mihemed, Hesen El Hibil û şervanê QSD’ê Mihemed Îbrahîm (Ezam) yên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn, cenazeyên wan ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê hatin wergirtin û ji bo veşartinê birin Keramayê.

Li Keramayê ya Reqayê li Goristana Şehîd Memo û Sevdarê ji bo şehîdan merasîm hate lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê belgeya şehadetê ya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.

Cenazeyên şehîdan, bi sloganan hate veşartin.