Li Reqayê, komeke din a ji sivîlan hate rizgarkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li navenda Reqayê komeke din a ji sivîlan rizgar kirin. Di şer de 7 çete jî hatin kuştin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li navenda Reqayê komeke din a ji sivîlan rizgar kirin. Di şer de 7 çete jî hatin kuştin.
Li taxên Nehda, Berîd, taxa Kurdan, derdora Çerxerêya Neîm, Nexweşxaneya Watanî, Stada Futbolê û Parka Harûn Reşîd, ji duh bi şev heta ber destê vê sibehê, di navbera hêzên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran rû da.
Di vî şerî de 7 çete hatin kuştin, çeteyek jî teslîm bû.
Tîmên taybet ên QSD'ê jî 13 sivîl ji vê herêmê rizgar kirin.
Di şer de şervanekî QSD'ê şehîd bû.