Reqa ji aliyê zarokên Reqayê ve tê rizgarkirin

Ji fermandarên QSD'ê Lokman Xelîl diyar kir, ku piraniya beşdarên pêngava rizgarkirina Reqayê ji ciwanên Reqayê pêk tê û got, "Reqa ji aliyê zarokên Reqayê ve tê rizgarkirin."

Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Lokman Xelîl, li ser pêngava rizgarkirina Reqayê ji ANF'ê re axivî.

Xelîl bi bîr xist, ku pêngav di meha çaran de ye û got, "Em van rojên bi wate û pîroz diyarî hemû şehîdên xwe dikin. Em hemû hevalên xwe yên li Reqayê şehîd bûn careke din bi bîr tînin. Ji hevalên xwe yên birîndar jî şîfa xêrê dixwazin. Bila serê hemû malbatên şehîdan sax be."

Xelîl diyar kir, ku ji 6'ê Hezîranê û vir ve, QSD, YPG, YPJ û hemû hevalbendên wan di nava 4 mehan de li Reqayê li dijî barbariya DAIŞ'ê bi xurtî têkoşiyan û serketinên mezin bi dest ve anîn.

DAIŞ LI BER TINEBÛNÊ YE

Xelîl bi bîr xist, ku DAIŞ'ê bi hemû derfetên xwe li Reqayê bi cih bûbû û got, "Ji ber vê yekê her kes li benda tiştekî wiha bûn: DAIŞ wê derbên mezin li hêzên QSD'ê bixe. Lê belê dikarim bi hêsanî bêjim ku di nava çar mehên bihurî de çeteyên DAIŞ'ê derbên giran xwarin. DAIŞ şikest û êdî hatiye asta tinebûnê. Bi ruhekî azad û fedakariyeke mezin ev kar hate kirin."

SEDEMA DIRÊJBÛNA DEMA PÊNGAVÊ, HESASIYETA JI BO SIVÎLAN BÛ

Li ser dirêjbûna dema pêngavê, fermandar Lokman Xelîl got, "Sedema dirêjbûna dema pêngavê, hesasiyeta ji bo sivîlan bû. Hêza me gelek caran gelekî giran tevdigeriya û piştî ku sivîl derbasî qadên ewle dikirin, diketin nava liv û tevgerê."

Xelîl beriya destpêkirina pêngava rizgarkirina Reqayê, nîqaşên li ser hêzên tevlî pêngavê bibin bi bîr xist û got, "Dewleta Tirk, rejîma Sûriyeyê, hêzên mûxalîf, hêzên Îranê dixwestin cihê xwe di pêngavê de bigirin. Rûsya jî weke hêzeke sîwanê piştgirî da dida wan. Lê niha tê dîtin, ku yekane hêza karî Reqayê rizgar bike, hêza Reqayê bi xwe ye. Mirovên ku ji demokratîkkirina Sûriyeyê bi bawer in, dixwazin li Sûriyeyê sîstemeke demokratîk ava bibe, tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê bûn."

SERKETINA PÊNGAVA REQAYÊ NÎŞAN DA KU GEL DIKARE AXA XWE RIZGAR BIKE

Xelîl anî ziman, ku wan ji kesî veneşart ku piştî Reqayê wê berê xwe bidin Dêra Zor û diyar kir, ku hikumeta Sûriyeyê gelek tawîz da Rûsyayê, ji bo pêşî li pêşveçûna hêza wan a li Dêra Zorê bigire. Xelîl got, "Tirkiye, Îran, Rûsya û gelek welatên din di nava vê hewldanê de cih girtin."

Xelîl destnîşan kir, ku serketina pêngava Reqayê nîşan da, ku gel dikare axa xwe rizgar bike.

Li ser cudahiya pêngava Reqayê ji pêngavên din, fermandar Xelîl got, "Pêngava Reqayê bi fedakariyeke mezin ji aliyê keç û xortên Reqayê ve hate meşandin. Rêjeya tevlîbûna ciwanên Reqayê li pêngavê zêdeyî 70 ji sedî ye. Yê ku îro li vir şer dikin, gelê Reqayê ye ku li azadiyê digere."

SERKETINA PÊNGAVA REQAYÊ, SERKETINA GELÊ REQAYÊ YA BI PIŞTGIRIYA GELÊ ROJAVA YE

Xelîl diyar kir, ku ciwanên Reqayê berdêlên gelekî giran dan û got, "Mirovên ji Reqayê ji bo rizgarkirina tax û kolanên xwe şehîd bûn. Serketina Reqayê, serketina gelê Reqayê ye. Bi alîkariya gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê ev serketin bi dest ketiye."