Bagera Cizîrê: Baskên Cezrat û Ebû Fas gihiştin hev
Di Pêngava Bagera Cizîrê de, baskên Ebû Fas û Cezrat gihiştin hev, şervanên QSD’ê pêş ve diçin.
Di Pêngava Bagera Cizîrê de, baskên Ebû Fas û Cezrat gihiştin hev, şervanên QSD’ê pêş ve diçin.
Pêngava Bagera Cizîrê ku di 9’ê Îlonê de bi du baskên Ebû Fas û Ebû Xeşeb hatibû destpêkirin û di roja xwe ya 29’emîn de didome. Baskê Ebû Fas li bakûrê bajarê Dêra Zorê hatibû destpkirin.
Di 28’ê Îlonê de Fermandariya QSD’ê ragihandin ku Pêngava Bagera Cizîrê ketiye qonaxeke nû û wê şervan bi 4 baskên esasî tev bigerin. Yek ji wan baskan, baskê Cezrat ê li bakûrê rojavayê Dêra Zorê hatibû destpêkirin bû.
Baskên Ebû Fas û Cezrat li bakurê Dêra Zorê li nêzî Kargeha şekir gihiştin hev û şervanên QSD’ê pêş ve diçin.
Pêşveçûna şervanan a di çarçoveya pêngavê de li baskên Siwar û Mergede jî didome. Di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de li herêmê şer dewam dike.