Pêngava Reqayê: Li taxa Nehdayê 60 sivîl hatin rizgarkirin
Şervanên QSD’ê li taxa Nehda ya bajarê Reqayê 60 sivîlên din ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Şervanên QSD’ê li taxa Nehda ya bajarê Reqayê 60 sivîlên din ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqayê bi hemû leza xwe didome û zêdetirî ji sedî 85’ê bajarê Reqayê hatiye rizgarkirin.
Li aliyê din pêşveçûnên şervanên QSD’ê yên li taxên bajarê Reqayê didomin. Li taxa Nehdayê şervanan 60 sivîl ku piraniya wan jin û zarok in ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Şervanan sivîlên ku hatine rizgarkirin, li cihên bi ewle bi cih kirin.