Li Reqayê 10 çete hatin kuştin, 195 sivîl hatin rizgarkirin

Li navenda bajarê Reqayê, di şer de 10 çete hatin kuştin. 195 sivîl jî ji aliyê tîmên taybet ên QSD'ê ve hatin rizgarkirin.

Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Reqayê de, ku ber bi dawiyê ve diçe, li navenda Reqayê şerekî dijwar diqewime.

Ji duh bi şev û vir ve li taxên Nehda, taxa Kurdan, Berîd, derdora nexweşxaneya Watanî, çerxerêya Neîm û stada futbolê di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şer diqewime.

Şervan derbên giran li çeteyan didin û bi pêş ve diçin. Ji duh bi şev û vir ve 10 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Çeteyekî jî xwe radestî şervanan kir. Her wiha miqdarek çek û cebilxaneya çeteyan kete destê şervanan.

Wekî din, operasyona rizgarkirina sivîlan jî dewam dike. Ji duh bi şev û vir ve 195 sivîlên din hatin rizgarkirin. Di nava sivîlan de çeteyên birîndar ku dixwestin birevin jî hebûn.