Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de, welatiyên kantona Girê Spî di bin durişmeya “Na ji komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdulah Ocalan re” dibin pêşengtiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)’ê ve xwepêşandanek hate lidarxistin. Meş ji Çerxerêya El-Ilim a başûrê bajêr destpê kirin û ber bi çerxe rêya navenda bajêr dom kir.
Di xwepêşandanê de hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan El-Ebid û Zelîxa Ebdî, endamê Rêveberiya TEV-DEM’ê Selahedîn Ferat, Endama Rêveberiya Kongra Star Peyman Cûdî, nûnerên Meclîsa Sûriya Demokratîk, nûnerên PYD’ê, Partiya Nûjen a demokratîk a Sûriyeyê, Partiya Çep a Kurdistanê li Sûriyeyê û bi hezaran welatiyên kantona Girê Spî beşdar bûn.
Xwepêşanderan posterên Ocalan û pankartên bi nivîsênmîna “Vîna Rêber APO vîna gelan e”, “Em tecrîda li ser Rêber APO bi tundî şermezar dikin.” Li aliyê din alên YPG’ê, YPJ’ê, TEV-DEM’ê û Hêzên Sûriya Demokratîk hatin bilindkirin.
‘WELATIYÊN EYN ÎSA JÎ BEŞDARÎ ÇALAKIYÊ BÛN’
Bi heman armancê bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî berê xwe dan bajarê Girê Spî û beşdarî xwepêşandana şermezarkirina komploya naventewî ya li dijî Rêber Ocalan bûn.
Welatiyên navçeya Eyn Îsa serê sibê li navenda navçeyê kom bûn û berê xwe dan dan bajarê Girê Spî. Welatiyan dirûşmeyên şermezarkirina komploya navnetewî berz kirin û wiha gotin: “Em azadiya rêberê xwe, rêberê berxwedanê dixwazin.”
Xwepêşanderan her wiha Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG’ê, YPJ’ê yên ku fikra xwe ya parastinê ji fikr û felsefeya Rêber Ocalan werdigirin, silav kirin.