Gelê Kobanê, komploya 9’ê Cotmehê protesto kir
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kobanê hate protestokirin.
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kobanê hate protestokirin.
Meşa bi heybet ku bi beşdaran hezaran gelê Kobanê û Sirînê, endamên saziyên civaka sivîl, şervanên Hêzên Erkaxweparastinê, Asayîş û şervanên YPJ/YPG`ê, ji Kolana 48`an hate destpêkirin û li Qada Jina Azad veguherî mîtîngê.
Mîtîng bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Paşê, hevserokê berê yê PYD`ê Salih Muslim axivî û da zanîn ku ji roja destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêberê xwe bernedaye.
Muslim anî ziman ku biratiya gelan û jiyana hevbeş a di navbera gelên herêmê de, encama fikir û felsefeya Ocalan e.
Paşê, ji rêveberên Kongreya Star Şîlan Ehmed axivî û got: “Em îro bi dengekî bilind dibêjin ku em ê serhildana xwe li her çar parçeyên Kurdistanê dewam bikin, da ku em Rêberê xwe azad bikin. Rêber Apo bûye Rêberê mirovahiyê li hemû dinyayê bûya bingeha felsefeya mirovahiyê.”
Mîtîng bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan û şermezarkirina komploya navneteweyî bi dawî bû.