'Bi dagirkirina Îdlibê re dixwazin DAIŞ'ê bînin herêmê'

Fermandarê Giştî yê Ceyş El Siwar Ebû Alî Barada destnîşan kir, ku gel û siyasetmedarên Îdlibê wê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li ber xwe bidin.

Barada diyar kir, dagirkirina Îdlibê wê bibe derbek ku li tevahiya gelên Sûriyeyê ketiye û got, "Bi rêya dagirkirinê, dixwazin DAIŞ'ê ji nû ve li herêmê vegerînin." Barada got, di navbera Nûsra û Tirkiyeyê de ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ve hevkarî heye.

Fermandarê Giştî yê Ceyş El Siwar Ebû Alî Barada anî ziman, ku herî zêde ew bi nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li gel û şoreşa Sûriyeyê dizanin.

Barada ji ANF'ê re axivî:

"Di rojên destpêkê yên şoreşa Sûriyeyê de me li Îdlibê tevî Cemal Marûf koma Siwar Sûriye ava kir û li dijî rejîma Sûriyeyê dest bi şer kir. Piştre me li dijî DAIŞ û Nûsra yên êrîşî Îdlibê kirin, şer kirin. Dawiya sala 2014'an, DYA û welatên rojavayî ji me xwestin ku em hêzên xwe vekişînin çiyayê Cebel Zaviye yê li Îdlibê. Ji Ezaz, Heleb, Bab, Îdlib, Hama û gelek cihên din me komên xwe li Cebel Zaviye civand. Dawiya sala 2014'an piştî ku DAIŞ li Kobanê têk çû, Tirkiyeyê li aliyê Îdlibê Nûsra xiste nava tevgerê. Karê destpêkê yê Nûsra, tasfiyekirina hêzên me yên li Cebel Zaviye bû. Şerekî dijwar qewimî. Cemal Marûf, tevî ku zanîbû Tirkiye berê Nûsrayê daye me û dixwaze me tasfiye bike jî, çû xwe li Tirkiyeyê girt. Ez jî, li gel komeke di kontrola xwe de bi şer me xwe gihand Ceyş El Siwar a li Şehbayê. Ji hingî ve di nava Ceyş El Siwar de em ji bo şoreşa gelên Sûriyeyê dixebitin."

'TIRKYE NAVENDA EL QAÎDEYÊ YE'

Barada bal kişand ser nûçeyên dema dawî yên li ser lihevkirina Tirkiye û Nûsrayê û anî ziman, ku di navbera Nûsra û Tirkiyeyê de ti carî nakokî û şer derneketiye û wiha dewam kir: "Tirkiyeyê ji destpêkê ve deriyên xwe vekir, ji bo fermandarên El Qaîdeyê, çi mezin çi biçûk, derbasî nava axa Sûriyeyê bibin. Tirkiyeyê, deriyên xwe li hemû komên tund, komên ser bi El Qaîdeyê vekir ji bo derbasî nava Sûriyeyê bibin. Deriyên xwe li koçberên ku ji şer û şîdeta li Sûriyeyê direviyan, girt. Ji bo bi DYA û welatên Ewropayê re bazarê bike û ji bo çeteyên xwe li kampan fermî bike, deriyên xwe li hin koçberan vekir."

'HIN KOM BI DESTÊ AKP'Ê HATIN AVAKIRIN'

Barada diyar kir, ku hin komên li Îdlibê weke baskê leşkerî yê AKP'ê hatine avakirin û ev agahî da: "Ji ber ku ev komên navborî ji aliyê AKP'ê ve hatin avakirin. Ev kom jî; Feylak El Şam, Ehrar ûş Şam û Sixor El Şam in. Hemû komên ku bi navê 'Mertala Firatê' xistin nava tevgerê, di nava vê kategoriyê de ne. Niha jî hin komên çete yên di nava 'Mertala Firatê' de bi kar anî, ber bi vî alî ve aniye. Bi rêya van koman û El Nûsra, ku baskê El Qaîdeyê ye, dixwaze Îdlibê dagir bike. Mayina Îdlibê di destê Nûsra de tê wateya mayina di destê Tirkiyeyê de. Bi vî rengî hewl dide Nûsrayê li qada navneteweyî, li Îran û Rûsyayê bike mijareke bazarê û bi vî rengî dixwaze planên xwe bi cih bîne."

'GEL WÊ LI DIJÎ TIRKIYEYÊ LI BER XWE BIDE'

Barada destnîşan kir, ku gelê Îdlibê wê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li ber xwe bide û got, "Hin kom, kes û kesayet, wê destûrê nedin dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Îdlibê. Wê li dijî Tirkiye û çeteyên wan şerekî giran bikin. Ji ber ku Tirkiye ne ji bo şerê rejîmê û El Qaîdeyê bike Îdlibê dagir dike. Vê dagirkeriyê li dijî gelên Sûriye û Îdlibê dike. Ev kes, kom û kesayet baş bi vê rastiyê zanin. Gel, siyasetmedar û şervanên Îdlibê wê li ber dagirkeriya Tirkiyeyê rabin. Bi qasî ji wan tê, wê şer bikin û nehêlin xeyalên Tirkiyeyê yên Osmaniya nû bi cih werin anîn. Dagirkirina Îdlibê ji aliyê Tirkiyeyê ve tê wateya fermîkirina El Qaîdeyê li Îdlibê. Gel û siyasetmedarên Îdlibê wê li hemberî vê li ber xwe bidin. Wê nehêlin ku Tirkiye û komên ser bi El Qaîdeyê li Îdlibê bimînin.

Kes ji gel xurtir nîne. Komên li Îdlibê, wê pişta xwe bispêrin gel û li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê şer bikin."

'DERBÊ LI TEVAHIYA GELÊN SÛRIYEYÊ DIXIN'

Barada ragihand, dagirkirina Îdlibê ji aliyê Tirkiyeyê ve tê wê wateyê ku desthilatdariya El Qaîde û Biratiya Misilman bi Îran û Rûsyayê ve bide qebûlkirin û got, "Tirkiye wê ji bo dagirkirina Îdlibê bikeve hundir. Ev yek jî tê wateya tinekirina gelên Îdlibê û Sûriyeyê. Eger bi piştgiriya balafirên şer ên Rûsyayê, Tirkiye tevî çeteyên xwe bikevin nava Îdlibê, ev yek wê wee derbek ku li gelên Sûriyeyê bi taybetî gelê Îdlibê ketiye."

'DIXWAZE DAIŞ'Ê JI NÛ VE VEGERÎNE HERÊMÊ'

Fermandarê Giştî yê Ceyş El Siwar Abû Alî Barada diyar kir, ku bi dagirkirinê re dixwazin pêşî li DAIŞ'ê vekin ku ji nû ve bikeve herêmê û got, "Li gorî planê, dixwazin Nûsra û DAIŞ'ê li herêma çiyayî ya Îdlibê bi cih bikin. Ji ber vê yekê dixwazin bi dagirkeriyê re DAIŞ'ê li herêmê vegerînin. DAIŞ û El Nûsra ji destpêkê ve bi Tirkiyeyê re hevalbend in. Niha jî bi Îran û Rûsyayê re dikin hevalbend."