Ehmed: Îdlib lîstik e, hedef Efrîn e

Fermandarê Hêzên Şoreşger Hecî Ehmed diyar kir, ku ketina dewleta Tirk a li nava Îdlibê lîstikek e û got, "Armanc, dorgirtina li Efrînê ye."

Fermandarê Hêzên Şoreşger Hecî Ehmed, beriya niha bi çend rojan ji ajansa me re axivî û anî ziman ku dewleta Tirk û Nûsrayê dibe ku di demeke kin de li hev bikin. Ehmed, naveroka vê lihevkirinê li gorî daneyên heyî û armancên dewleta Tirk ji ajansa me re nirxand.

Ehmed diyar kir, yek ji biryarên peymana Astanayê ew e ku ne Rûs, lê dewleta Tirk ji bejahî ve bikeve nava Îdlibê û anî ziman, ku Tirk bi vê senaryoya xwe ya li Îdlibê re dixwaze ji Rûs, Amerîka û cihên cuda re bêje 'Binere va ye ez çûm, ketim hundir û min kontrol kir'."

Ehmed anî ziman, ku yek ji armancên giştî yên Astanayê ev bû û wiha dewam kir: "Yanî Rûs wê ji bejahî ve neketibûna nava Îdlibê. Ji bejahî ve wê Tirk biketina nava Îdlbê. Ji xwe Rûsan ev yek eşkere jî kiribûn. Tirk jî wê bi vî rengî, mîna lîstikeke şano pêşkêşî Rûsan bike. Niha jî, bêyî xwîn bê rijandin bi Cephet El Nûsra re li hev kirin. Êdî di dema pêş de di çarçoveya Astanayê de wê reaksiyoneke çawa bê nîşandan, bi demê re em ê bibînin."

'SOZ DAN NÛSRAYÊ KU XWE BERNEDIN NAVENDA ÎDLIBÊ'

Ehmed ragihand, beriya ku Tirk bi du koman bikeve nava Îdlibê, bi Eniya Nûsra re civînek kiriye û li ser biryarên di vê civînê de hatin wergirtin jî got, "Di vê civînê de biryar hate dayin ku Tirk bikevin bakurê Îdlibê. Ev der nêzî Efrînê ye. Başûrê Efrînê ye. Her wiha biryar dan bikevin rojavayê Helebê. Ev der jî nêzî Efrînê ye. Aliyê Atmê, Dart Îze, Cindirês. Tirk dixwazin bikevin vê derê û 3 baregehan li wir çêbike. Tirk dixwazin li ser girê bi navê Cebel Adî yê ku Şêx Bereket û Efrînê kontrol dike, Dart Îze yê li jorê Efrînd Cindirêsê ye û Atmê bi cih bibin."

Ehmed destnîşan kir, ku li gorî vê daxwaz û lihevkirinê, armanc ne ew e ku xwe berdin navenda Îdlibê, armanc dorgirtina li Efrînê ye. Ehmed got, "Yanî dixwazin dorê li Efrînê bigirin û xwe bernedin nava Îdlibê. Sozeke bi vî rengî dane Nûsrayê."

'WÊ NÛSRA BI RENGEKÎ DIN BOYAX BIKIN Û JI NÛ VE PÊŞKÊŞÎ RAYA GIŞTÎ BIKIN'

Ehmed da zanîn, di çarçoveya vê peymanê de Tirkan soz dane ku wê tevlî karên navxweyî yên Nûsra nebe û Nûsra jî wê xwe biguherîne.

Ehmed wiha dewam kir: "Bi demê re ev ê diyar bibe. Dibe ku navekî din li xwe bike û bi vî rengî tevbigere. Yanî dixwazin Nûsra bi rengekî din boyax bikin û ji nû ve pêşkêşî raya giştî bikin.

Armanca bingehîn a Erdogan qedandina Nûsra nîne. Ew dixwaze Nûsra biparêze. Em zanin, ji destpêkê ve hêzên sereke yên ku destekê didin Nûsra, Qatar û Tirk in. Di rewşeke bi vî rengî de wê çawa Tirk êrîşî Nûsra bike? Ev qet nakeve serê mirovan. Li şûna qedandina Nûsra, dixwaze wê biparêze. Dixwaze dorê li Efrînê bigire û di dema pêş de li gorî şert û mercan operasyoneke leşkerî li dijî Efrîn û Şehbayê bike.

Di civînê de Nûsrayê jî ev qebûl kir. Çend saet piştî ku qebûl kir, çend TIR'ên alîkariyê ketin hundir û radestî Nûsra hatin kirin. Alîkariya ji bo Nûsrayê bi rengekî cuda hê jî dewam dike."

'DIXWAZIN PÊŞÎ LI QSD'Ê BIGIRIN Û DORÊ LI EFRÎNÊ BIGIRIN'

Ehmed têkildarî, hêzên tevlî operasyona Îdlibê hatine kirin jî got, "Ev hêzên navborî ne ji aliyê hejmarê ve ne jî ji aliyê wesfê ve nikarin li wir şer bikin. Dema ku mirov vê rewşê dibînin, fêhm dikin ku ji destpêkê ve plan ne ji bo şerê li dijî Nûsra ye. Plan, parastina Nûsra ye. Armanca bingehîn ew e ku li bakurê Îdlibê, li 3 nuqteyên li başûrê Efrînê bi cih bibin û bi vî rengî zextê li Efrînê bikin. Dixwazin pêşî li QSD'ê bigirin ku di dema pêş de berê xwe nede aliyê Îdlibê. Dixwazin dorê li Efrînê bigirin û qels bikin. Ji xwe Serokê Fermandariya Giştî hatibû, Hakan Fîdan jî. Hemû heyetên leşkerî yên payebilind hatibûn. Wekî din 3 emîrên Nûsrayê jî tevlî vê civînê bûbûn. Civîna navborî bi vî rengî qediya û armanca giştî diyar bû."

'BAREGEHA LEŞKERÎ YA HEVPAR A BI NÛSRAYÊ RE, NIHA NE PÊKAN E'

Fermandarê Hêzên Şoreşger Hecî Ehmed, nîqaşên li ser avakirina 3 baregehên mezin ên dewleta Tirk bi El Nûsra re, nirxand û got, "Me berê jî dabûn xuyakirin, ku li wê derê li hev kirine û Tirk wê bi şêweyekî bikevin nava Îdlibê. Lê belê çarçoveya vê ketinê zelal nebûbû. Piştî vê lihevkirinê, ev lîstika şano zelal bû.

Armanc ew e ku li bakurê Îdlibê, li aliyê başûrê Efrînê bi cih bibin. Niha tê gotin ku Tirk wê bi Cephet El Nûsra re baregeha hevpar a leşkerî ava bikin û tenê wê Tirk lê nemînin. Lê belê di pratîkê de ev yek pêkan nîne.

Di rewşa heyî de dixwazin çekên giran li çend nuqteyên li başûrê Efrînê bi cih bikin, ku piştre karibin hê bi hêsanî tevbigerin. Dixwazin dorê li Efrînê bigirin û têkiliya wê ya bi cîhana derve re bi temamî bibirin."