Operasyona rizgarkirina sivîlan a li Reqayê dewam dike
Tîmên taybet ên QSD'ê, 40 sivîlên din li navenda Reqayê ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar kirin.
Tîmên taybet ên QSD'ê, 40 sivîlên din li navenda Reqayê ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar kirin.
Di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de, ku ber bi dawî ve diçe, tîmên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), her roj bi sedan sivîlî ji nava lepên çeteyên DAIŞ'ê rizgar dikin. Tîmên taybet, 40 sivîlên din li taxa Berîdê rizgar kirin.
Di nava sivîlên hatin rizgarkirin de birîndar jî hene. Şervanan birîndar birin cihên tenduristiyê û yên mayî jî derbasî herêmên ewle kirin.
Her wiha zarokeke 14 salî ya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bi zorê hate zewicandin û zarokeke wê heye, ji aliyê şervanan ve hate rizgarkirin.