Li Reqayê 14 çete hatin kuştin, 2 wesayîtên bombebarkirî jî hatin rûxandin
Li navenda bajarê Reqayê şerê dijwar diqewin, 14 çete hatin kuştin û 2 wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin.
Li navenda bajarê Reqayê şerê dijwar diqewin, 14 çete hatin kuştin û 2 wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin.
Li navenda Reqayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar rû didin. Îro piştî nîvro li taxên Nehda û Kurdan û Çerxerêya Neîmê şerê dijwar qewimîn û derbên giran li çeteyan hate xistin. Çeteyên ku li taxan asê mayîn, hewl didin bi wesayîtên bombebarkirî êrîşan bikin. Li taxa Kurdan 2 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan hatin rûxandin.
Li taxan di şerê ji saetên nîvro û şûnde qewimî de, 14 çete hatin kuştin û rêjeyek çek û cebilxane ketin destê şervanan.
Piştî berxwedaneke mezin a di şer de, 5 şervanên QSD’ê gihiştin şehadetê.