Rewşa dawî ya Reqayê

Operasyona Reqayê ber bi dawiyê ve diçe. Li navenda bajêr 46 sivîlên din hatin rizgarkirin. Wesayiteke bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin.

Li taxên navendî yên Reqayê şer dewam dike. Li taxên Nehda, Berîd, Hurriye û Kurdan, li dora nexweşxaneya wetenî di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer diqewime. Şervanê ku li van taxan bi pêş ve diçin, derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin.

Çeteyên ku li taxên navborî asê mane, hewl didin êrîş bikin. Her gava ku xwe dilivînin, şervan pêşî li wan digirin. Li pêşiya taxa Nehdayê, çeteyan hewl dan bi wesayiteke bombebarkirî êrîş bikin. Bêyî ku wesayit bigihêje armanca xwe, şervanan ew ji dûr ve teqandin.

Wekî din, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), sivîlên ku ji aliyê çeteyan ve weke mertal tê bikaranîn rizgar dikin. Bi operasyona tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan re, îro li taxa Nehdayê 46 sivîl hatin rizgarkirin.

Di nava 2 rojên dawî de 176 sivîl hatin rizgarkirin û li herêmên ewle hatin bicihkirin.

Li van herêmê navborî, di şer de 2 şervanên QSD'ê şehîd bûn.

Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed duh dabû xuyakirin, ku wê di nava çend rojan de mizgîniya rizgarkirina Reqayê bidin gelê Sûriyeyê.