ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Bagera Cizîrê: Gundek hate rizgarkirin, 30 çete hatin kuştin
Di Pêngava Bagera Cizîrê de gundê Lice ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate irzgarkirin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, di vî şerî de herî kêm 30 çete hatin kuştin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Dilxwaz li Til Temirê hate veşartin
Welatiyên herêma Serêkaniyê û Til Temirê cenazeyê şervanê YPG‘ê Silêman Çaçan (Dilxwaz Serêkaniyê) bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajarê Til Temir veşartin. -
Pêngava Reqayê: 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
Li Reqayê di şer de yê ku duh heta sibehê domiya 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, cenazeyê 5 çeteyan ket destê şervanan. -
YPG'ê nasnameya 9 şehîdên Dêra Zor û Reqayê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 9 şehîdên di pêngavên Bagera Cizîrê û Xezeba Firatê de, di navbera 25 û 30'ê Îlonê de li Dêra Zor û Reqayê şehîd bûn, eşkere kir. -
Bagera Cizîrê: 2 gund û 4 gundik hatin rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ji 4 aliyan ve bi pêş ve diçin, 2 gun dû 4 gundik rizgar kirin. -
Cîhan Şêx Ehmed: Pêşî li plana çeteyan hate girtin
Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed got, "Bi berxwedana lehengî ya hêzên me, êrîşên çeteyan hatin şikandin û pêşî li plana wan hate girtin." -
Çeteyên artêşa Tirk gundê Îska topbaran kir
Çeteyên arêtşa Tirk a dagirker gundê Îska yê girêdayî nevçeya Şêrewa ya Efrînê dan ber topan. -
Komxebata KNK-Rojava bi dawî bû
Komxebata Kongreya Netewî ya KNK-Rojava bi dawî bû. Di encamanameya komxebatê de ji bo pêkanîna yekîtiyeke netewî ya partiyên siyasî yên Kurd û hêzên Kurd hate diyarkirin ku divê ji berjewendiyên partî û kesî dûr kevin û tişta bikevin ser milan pêk bînin. -
5 çeteyên ku dixwestin ji Reqayê birevin hatin kuştin
Komeke çeteyên DAIŞ’ê dema ku dixwestin li bakurê bajarê Reqayê birvevin, ji aliyê şervanên QSD’ê ve bi operasyoneke taybet ve hatin kuştin. -
Komxebata KNK-Rojava: Divê kongreya neteweyî roj berî rojekê were lidarxistin
Beşdarên tevlî Komxebata KNK-Rojava bûne, banga lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê kirin. -
Cenazeyên 2 şervanên QSD’ê li Girê Spî hatin veşartin
Cenazeyên 2 şervanên QSD’ê yên di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn li Girê Spî hatin veşartin. -
Barzanî ji DYA’yê re: Xeyalên me şikestin
Ji ber ku DYA’yê ji bo referandûma li Başûrê Kurdistanê gotibû ‘Em nas nakin’ PDK’ê nerazîbûn nîşan da. Di daxuyaniya nivîskî de ya ku ofîsa Barzanî weşandiye ji DYA’yê re tê gotin, “We xeyalên me şikandin.” -
Balefirên rejîma Sûriyeyê li bajarê Ebû Kemalê sivîl bomberdûman kir
Balefirên rejîma Sûriyeyê li Ebû Kemalê ya bi ser Dêrazor qetlîamek kir. Ji ber bomberdûmanê zarok û jin tê de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Pêngava Bagera Cizîrê: 3 gundik hatin rizgarkirin, 10 çete hatin kuştin
Li başûrê bajaroka Siwerê şervanên QSD`ê 3 gundik rizgar kirin û 10 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin. -
YPG nasnameya 9 şervanên xwe eşkere kir
YPG’ê nasnameya 9 şervanan eşkere kir ên ku di navbera 24’ê Îlonê û 1’ê Cotmehê yên li Reqa û Dêrazorê jiyana xwe ji dest dane. -
Di Pêngava Reqayê de 12 çeteyên din hatin kuştin
Di pêngava Reqayê de 12 çeteyên din hatin kuştin, cenazeyên 3 çeteyan ket destê şervanên QSD’ê. -
Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê di roja 2. de ye
Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê, ku ji aliyê KNK'ê ve tê organîzekirin, di roja duyemîn de bi axaftinan dewam dike. -
Li gundê Keber ê Dêra Zorê 5 çete hatin girtin
Li gundê Keber ê li rojavayê Dêra Zorê, 5 çete bi saxî ketin destê şervanên QSD'ê, ku yek ji van serçete ye. -
Pêngava Reqayê: Li navenda bajêr 19 çete hatin kuştin
Di şerê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê yê li navenda bajêr de, 19 çete hatin kuştin her wiha 15 sivîl jî hatin rizgarkirin. -
Komxebata KNK-Rojava wê sibê bidome
Di Komxebata KNK-Rojava de, piştî nîqaşên li ser rakirina astengiyên li pêşiya kongreya neteweyî, rûniştina îro bi dawî bû. -
‘Divê Kongreya Neteweyî têkeve meriyetê’
Di nîqaşên Komxebata KNK-Rojava de bal hat kişandin ser vî tiştî ku gelê Kurd di pêvajoyeke krîtîk de ye û divê Kongreya Neteweyî bi lez û bez têkeve meriyetê. -
Koç: Dem hatiye ku em deriyên xwe ji bo destwerdanên derve bigirin
Hevseroka KNK’ê Nîlûfer Koç di Komxebata Rojava de axivî û wiha got; “Dem hatiye ku em deriyên xwe ji destwerdanên ji derve re bigirin.” -
Gabar: 300 leşkerên rejîma Sûriyeyê xwe spartin QSD’ê
Ûmîd Gabar yê ku yek ji Fermandarên QSD’ê ye, ragihand ku 300 leşkerên rejîma Sûriyeyê xwe spartine QSD’ê. -
Banga xwerêxistinkirinê li gelên Reqayê hate kirin
Şêxê Eşîreta Mernediyayê Hesûn Taha bang li gelên Reqayê kir ku bila derbasî qadên rizgarkirî bibin û xwe birêxistin bikin. -
Komxebata KNK-Rojava: Pêdiviya Kurdan bi yekîtiyê heye
Komxebata KNK-Rojava berdewam dike. Di axaftinên komxebatê de hate gotin pêdiviya Kurdan bi yekîtiyê heye.