Pêngava Reqa: 8 çete hatin kuştin, 4 çete xwe radestî QSD’ê kirin
Di şerê li taxên navenda bajêr Reqayê qewimî de, 8 çete hatin kuştin, 4 çeteyan jî xwe radestî QSD’ê kirin.
Di şerê li taxên navenda bajêr Reqayê qewimî de, 8 çete hatin kuştin, 4 çeteyan jî xwe radestî QSD’ê kirin.
Îro ji sibehê ve şer li navenda Reqayê bê navber berdewam dike. Li taxa Nehda, li derdora nexweşxaneya Wetanî û parka Harûn Reşîd di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de şerê giran rû didin. Di şerê li deverên navborî de, 8 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin, 4 çeteyan jî xwe radestî şervanên QSD’ê kirin. Her wiha hejmarek zêde çekên çeteyan jî ketin destên şervanan.
Di şerê qewimî de şervaneke QSD’ê şehîd bû. Pêşveçûna hêzên QSD’ê ya li bajêr dewam dike.