Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve hate destpêkirin. Piştre ji fermandarên YPG û YPJ`ê Axîn Mihemed, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Celal Hisên û li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên Elî, axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û bang li ciwanan kirin ku tevlî QSD`ê bibin.
Bavê şehîd Cûdî, Fîlzor Cemîl jî axivî û xêrhatina hemû beşdaran kir. Cemîl wiha got: “Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im. Kurê min beşdarî gelek pêngavan bibû, tevî ku di dibistanê de jêhatîbû, lê dev ji xwendina xwe berde û tevlî YPG`ê bû.”
Birayê şehîd Cûdî ku ew jî şervanê YPG`ê ye got: “Ez soz didim birayê xwe ku rêya wî berdewam bikim û çeka wî rabikim. Ez ê xewna wî ya rizgarkirina tevahiya axa Kurdisanê pêk bînim”.
Bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re cenazeyê têkoşer Cûdî Ararat hate veşartin.