YPG’ê nasnameya 10 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 10 şervanên xwe yên ku di Pêngava Bagera Cizir û Reqayê de şehîd bûbûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 10 şervanên xwe yên ku di Pêngava Bagera Cizir û Reqayê de şehîd bûbûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 10 şervanên xwe yên ku di Pêngava Bagera Cizirê û Reqayê de şehîd bûbûn eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Operasyonên Cenga Mezin ya rizgarkirina Reqa û Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Bakûrê Dêrezorê, bê rawestan didomin. Di çarçoveya operasyonan de li Reqayê çeteyên DAIŞ’ê di nav %15’ê bajar de hatine dorpêçkirin; ligel vê li Bakurê Dêrezorê herêmên di bin kontrola çeteyan de bi operasyonên ji çar baksan ve yek bi yek tên rizgarkirin.
Li Reqa, piştî valaderxistina hewldana êrîşê ya berfireh ji alî çeteyan ve, qadeke berfireh ji herêmên di bin kontrola çeteyan hate qutkirin û dorpêçkirin. Li vê herêmê û li taxên navendî yên bajar şer û pevçûnên giran û pêşketina şervanan, di bin pêşengtiya hêzên YPG’ê û YPJ’ê didome. Li bakurê Dêrezorê jî di bin pêşengtiya YPG û YPJê û bi tevlîbûneke çalak ya Meclîsa Leşkerî ya Dêrezor, pêşketina şervanên QSDê didome. Ligel gelek gundên ku heya niha hatine dorpêçkirin, êrîşên çeteyan yên li ser herêmên rizgarkirî careke din vala hate derxistin, gelek çek û cebilxane û termên gelek çeteyan hate desteser kirin.
Di meşa serkeftî ya tunekirina DAIŞ’ê de tevlîbûna fedaî ya şervanan xwedî roleke girîng e. Bi taybet pêşketinên bilez ên li Dêrezorê, bi saya yekser bersivdan şikandina êrîşên çeteyan û êrîşên bi bandor li hember komên çete pêkan in. Dîsa ji bo parastina sengerên xwe û herêmên rizgarkirî, di navbera dîrokên 27’ê Îlonê û 10’ê Cotmehê de li herdu eniyan 10 rêhevalên me yên din, bi şehadetên xwe nehiştin ku çeteyên DAIŞ’ê bi metreyekê jî bi pêş bikevin.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ di şexsê van şehîdên xwe de hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî û minnet bi bîr tînin. Em di serî de ji malbatên van şehîdan re, ji hemû gelê Rojava û Bakurê Sûriyê re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku ji bo pêkanîna armancên wan em ê têkoşîna wan bilind bikin.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Argêş Agir
Nav û Paşnav: Îslam Ekîncî
Navê Dayîkê: Menîce
Navê Bav: Silêman
Cihê ji Dayîkbûnê: Mêrdîn
Cîh û Dîroka Şehadetê: 05-10-2017, Reqa

***
Nasnav: Cûdî Tirbespiyê
Nav û Paşnav: Beşar El Wasil
Navê Dayîkê: Meryem
Navê Bav: Ebdurrehman
Cihê ji Dayîkbûnê: Tirbespiyê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 22-09-2017, Reqa

***
Nasnav: Demhat Hesekê
Nav û Paşnav: Ebdulteyf El Hemed
Navê Dayîkê: Melîke
Navê Bav: Ebdullah
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 06-10-2017, Dêra Zor

***
Nasnav: Dijwar Hesekê
Nav û Paşnav: Mihemed El Xelef
Navê Dayîkê: Ened
Navê Bav: Ehmed
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 06-10-2017, Dêra Zor

***
Nasnav: Egîd Hesekê
Nav û Paşnav: Ebdullah El Hemûd
Navê Dayîkê: Emşe
Navê Bav: Ebbas
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 29-09-2017, Dêra Zor

***
Nasnav: Ezam Cezra
Nav û Paşnav: Mihemed Brahîm
Navê Dayîkê: Matra
Navê Bav: Brahîm
Cihê ji Dayîkbûnê: Cezra
Cîh û Dîroka Şehadetê: 06-10-2017, Dêra Zor

***
Nasnav: Mazlûm Dêrik
Nav û Paşnav: Remezan Findî
Navê Dayîkê: Kihar
Navê Bav: Ehmed
Cihê ji Dayîkbûnê: Dêrik
Cîh û Dîroka Şehadetê: 04-10-2017, Reqa

***
Nasnav: Mihemed Elyan
Navê Dayîkê: Sîhem
Navê Bav: Hemûd
Cihê ji Dayîkbûnê: Zeyn-ul Merc
Cîh û Dîroka Şehadetê: 04-10-2017, Ebû Xeşeb

***
Nasnav: Heqî Amûdê
Nav û Paşnav: Elî Mihemed Hemeş
Navê Dayîkê: Sabha
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji Dayîkbûnê: Şedadê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 07-10-2017, Dêra Zor

***
Nasnav: Kemal Dirbesiyê
Nav û Paşnav: Mihemed Fewaz Surgicî
Navê Dayîkê: Şemsê
Navê Bav: Fewaz
Cihê ji Dayîkbûnê: Dirbesiyê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 05-10-2017, Dêra Zor
