EWROPA
Hemû Nûçe
-
'Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me hemûyan e'
Ji Studenti Independenti Beatrice Boggoi diyar kir ku ew piştgiriyê didin kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan û got, "Bi dîtina min, azadiya wî tê wateya azadiya min, azadiya we û azadiya me hemûyan." -
Li Baselê çalakiya nobetê hat destpêkirin
Li Baselê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” çalakiya nobetê hat destpêkirin. Li bajarên Aaraû, Lûzern û Zurîhê jî têkîldarî pergala tecrîda li Îmraliyê bi rayedarên saziyan re hevdîtin hatin kirin. -
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li Zûgê stand danîn
Endamên Tevgera Ciwanên Kurd li bajarê Zûg ê Swîsreyê stand danîn û bal kişandin ser pergala tecrîdê ya li Îmraliyê. -
Ciwanên Kurd li avahiya nûnertiya Parlementoya Ewropayê çalakî kirin
Ciwanên Kurd ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya Nûnertiya Parlementoya Ewropayê ya li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. -
KCÊ-E li dijî êrîşên li ser Şengalê banga yekîtî û tifaqê kir
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê şermezar kir. Koordînasyonê bang li tevahiya civaka Êzidî kir ku li dora nirxên xwe bicivin û yekîtiya xwe xurt bikin. -
Kurdistanî ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ber avahiya NY’ê li hev civiyan
Di çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber ofîsa NY’ê ya li Cenevreyê hate lidarxistin de, Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn û Komkujiya Sînameya Amûdê hate protestokirin. -
Seyîd Riza û hevrêyên wî li Lîverpoolê hatin bibîranîn
Meclîsa Gelê Kurd a Liverpoolê ji bo bîranîna Seyîd Riza û hevrêyên wî yên di 15'ê Mijdara 1937'an de li Qada Bugdayê ya Xarpêtê hatin darvekirin, merasîmek li dar xist. -
Ciwanên li ber Konseya Ewropayê çalakî kirin hatin binçavkirin
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakî kirin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. -
Ciwanên Kurd li ber Konseya Ewropayê çalakî li dar xistin
Ciwanan bi armanca balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiyê li avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrg ê Fransayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. -
Konferansa li Îtalya: Ocalan pêşerojê pêşkêşî cîhanê dike
Di konferansa ku li Zanîngeha Romayê hat lidarxistin de hat gotin ku Abdullah Ocalan bi paradîgmaya daniye holê ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn ji bo gelên cihanê pêşerojekê pêşkêş dike. -
KCDK-E: Erdogan ê ku sûcdarê şer e divê li Elmanyayê neyê vexwendin û were darizandin
KCDK-E diyar kir ku heke Elmanya girêdayî nirxên gerdûnî be, ji ber ku Erdogan sucdarê şer e û qatilê gelan e divê vexwendina 17’ê mijdarê betal bike. KCDK-E ji bo çalakiya li Berlînê ya li dijî qedexeya PKK’ê bê lidarxistin banga seferberiyê kir. -
Nobeda li Strasbourgê bi koma ji Hollandayê dewam dike
Çalakiya nobedê di hefteya 595'an de bi koma ji çar kesan a ji Hollandayê dewam dike. -
Li Zanîngeha Romayê wê azadiya Abdullah Ocalan bê nîqaşkirin
Di konferansa ku wê li Zanîngeha Romayê bê lidarxistin de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî were nîqaşkirin. -
Li Bernê ji bo rojnamevan Çagan çalakî hat lidarxistin
Piştî rayedarên Buroya Koçberiyê daxwaza hevdîtina çalakgeran a ji bo rawestandina radestkirina rojnamevan Ahmed Azad Çagan a Tirkiyeyê red kir, li Bern Bahnhofplatzê çalakî li dar xistin. -
FED-DEM’ê banga tevlîbûna meşa li Berlînê kir
FED-DEM’ê li dijî qedexeya li ser PKK’ê bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî meşa li Berlînê bibin ku wê di 18’ê Mijdarê de bê lidarxistin. -
FED-MED: Li dijî qedexeya PKK’ê li Berlînê bicivin!
FED-MED NRW’ê got, “Divê ji bo parastina PKK’ê di 18’ê Mijdarê de li Berlînê bin! Em bang li her kesê dikin ku li dijî biryara qedexeya çalakiyên PKK'ê helwesteke xurt û encamgir nîşan bidin.” -
Fatoş Saglamgoz li Arnhemê hate bîranîn
Fatoş Saglamgoz (Sema) ku ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 11’ê Mijdara 2003’an bedena xwe da ber agir, li bajarê Arnhem ê Hollandayê hate bîranîn. -
Li Swîsreyê ji bo rojnamevan Ahmed Azad Çagan çalakî hate lidarxistin
Li Swîsreyê ji bo rojnamevan Ahmed Azad Çagan ku di bin gefa îadekirina Tirkiyeyê de ye, li ber Buroya Koçberiyê (SEM) a li bajarokê Wabern beî Bernê daxuyanî hate dayîn. -
KCÊ-E’yê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir
KCÊ-E’yê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera rizgarkirina Şengalê li tevahî gelê Kurd pîroz kir. -
Li Londonê ciwan ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
Li Londonê bi pêşengtiya TCŞ û TêkoJIN’ê di çarçoveya pêngava ‘’Ji Abdullah Ocalan re Azadî û Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’’ de meşek hate lidarxistin. -
KCDK-E’yê ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê bang kir
KCDK-E’yê bi daxuyaniyekê wiha got: “Em bang li Kurdistaniyan dikin ku tevlî meşa ku di 18’ê Mijdarê de li Berlînê bi pêşengiya saziyên Elman, li dijî qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê û polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan wê bê lidarxistin, bibin.” -
Li Halle civîna gel: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê geş bikin
Hevseroka KON-MED'ê Rûken Akça di civîna gel a li Halleyê de axivî, diyar kir ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê geş bikin û banga tevlêbûna meşa 18’ê Mijdarê ku wê li Berlînê bê lidarxistin kir. -
Hevseroka KCDK-E: Divê li dijî qedexeya PKK’ê di 18’ê Mijdarê de li Berlînê bin
Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut di civîna gel a Berlînê de axivî û ji bo meşa ku di 18’ê Mijdarê de li dijî qedexeya PKK’ê li Berlînê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Li Brukselê meşa ‘Ji Rêber Apo re azadî’
Ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytext Brukselê daketin qadan. -
Şehîd Yadîn Bûlût li Hambûrgê hate bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Yadîn Bûlût (Rizgar Suwar) ê di 24’ê Tebaxa 2023’an de li Xakurkê şehîd bibû, li Hambûrgê bi çalakiyekê hat bibîranîn.