Hevseroka KCDK-E: Divê li dijî qedexeya PKK’ê di 18’ê Mijdarê de li Berlînê bin

Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut di civîna gel a Berlînê de axivî û ji bo meşa ku di 18’ê Mijdarê de li dijî qedexeya PKK’ê li Berlînê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Li paytexta Elmanya Berlînê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” civîna gel hate lidarxistin.

Civîn ji aliyê Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Meclîsa Nav Berlîn ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin û bi sedan kes beşdar bûn.

Di civînê de Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut û ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Guneş axivîn.

ZUBEYDE ZUMRUT: DIVÊ WEKE GEL ÎNISIYATIFÊ BIGRIN

Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut bi bîr xist ku dostên gelê Kurd li seranserê cîhanê bi daxuyaniyan starta pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dane û wiha got: “Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî seferber bibin. Pergala Ewropayê ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî dijmin kir. Nêzî 3 sal in em tu agahî ji Rêber Ocalan nagirin. Destûr nayê dayîn ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Divê em weke gel li dijî vê rejîma êşkenceya sîstematîk a 25 salan rabin û li dora Rêbertiya xwe bicivin. Me hewl da ku pergala êşkenceya Îmraliyê ji holê rakin, lê têre nekir. Di qonaxa heyî de divê em rexnedayîna cihên em kêm mane bi praktîka xwe bidin û ji bo misogerkirina azadiya Rêber Ocalan xwedî li pêngavê derkevin.”

‘EM Ê DI 18’Ê MIJDARÊ DE LI BERLÎNÊ BIN’

Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Manfred Kanter 26’ê Mijdara 1993’an qedexeya PKK’ê ragihand û ev yek bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re girêdayî ye û wiha got: “Ji ber vê yekê divê em cihê xwe di meşa ku em ê di 18’ê Mijdarê de bi dirûşmeya “Qedexeya PKK’ê rakin, demokrasiyê xurt bikin” li dar bixin, bigirin û ji bo tevlîbûneke rêxistinbûyî bixebitin.”

OMER GUNEŞ: DIVÊ LI DORA RÊBERTÎ BICIVIN

Parêzer Omer Guneş bal kişand ser polîtîkayên komkujî û sirgûnê yên li hemberî serokên Kurd ên di dîrokê de li hemberî zilmê serî rakirine.

Guneş diyar kir ku her çend Adbullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîdê de ye jî, gelê Kurd ku paradîgmaya wî esas digire têkoşîna xwe didomîne û pergala êşkenceyê ya Îmraliyê û şerê ku li Filistîn û Rojava didome nirxand. Guneş got: “Di dala 25’emîn de divê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Adbullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî li dora Rêbertiyê bicivin.”

Zubeyde Zumrut û Omer Guneş bi beşdaran re nîqaş kir. Beşdaran diyar kirin ku ew ê bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê bibin.