EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Lefkoşyayê qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê hate protestokirin
Kurdistaniyên li Qibrisê û dostên wan li ber konsolosxaneya Elmanyayê ya li paytext Lefkoşyayê qedexeya PKK’ê protesto kirin. -
Li Baselê piştgiriya ji bo pêngava azadiya Abdullah Ocalan: Fikir nayên hepskirin!
Rêxistinên ji Afrîka, Ewropa, Amerîkaya Latîn û Asyayê di konferansa Modernîteya Demokratîk a li Baselê de li hev civiyan, piştgiriya xwe ya ji bo pêngava "Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ragihandin. -
Li Stockholmê li ber Konsolxaneya Elmanyayê çalakiya protestoyî hat kirin
Kurd û dostên wan li dijî qedexeya PKK’ê û ji bo azadiya welatparêzên Kurd ên li girtîgehên Elmanyayê tên girtin, li ber Konsolxaneya Elmanyayê ya li Stockholmê çalakiya protestoyî li dar xistin. -
Li Swîsreyê çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” dewam dikin
Li Swîsreyê çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bêyî navber dewam dikin. -
Li Londonê qedexeya PKK’ê hate protestokirin
Kurdistaniyên ku li ber Konsolosxaneya Elmanyayê ya li Londonê li hev civiyan, xwestin PKK ji lîsteya “rêxistinên qedexekirî” bê derxistin û gotin, “PKK rûmeta mirovahiyê ye. Nabe bê qedexekirin!” -
Li Elmanyayê bi hezaran kes daxwaza rakirina qedexeya PKK'ê kirin
Li paytexta Elmanya Berlînê bi hezaran kes li dijî qedexeya PKK’ê li hev civiyan û xwestin qedexe bê rakirin. -
Li Torînoyê jinên ciwan li qadan in
Jinên ciwanên ên enternasyonalîst ku li bajarê Torîno yê Îtalyayê li hev civiyan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin. -
Li bajarên Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd daketin qadan
Kurdistanî û dostên wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî qedexeya PKK’ê li bajarên Ewropayê daketin qadan. -
Li Parîsê pêşangeha "Em kujer nas dikin, sûcan eşkere dikin” hat vekirin
Li paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) li Qada Edmond Mîchelet bi dirûşma “Em kujer nas dikin, sûcan eşkere dikin" pêşengeh hat vekirin. -
Konferansa Modernîteya Demokratîk: Çareseriya krîzan paradîgmaya Ocalan e
Akademiya Modernîteya Demokratîk bi xebatên atolyeyê dewam dike. Di atolyeyan de bal hat kişandina li ser pirsgirêkên ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatine avakirin û hat diyarkirin ku çareseriya krîzan jî paradîgmaya Abdullah Ocalan e. -
Bi hezaran kes li dijî qedexeya li ser PKK’ê dimeşin
Kurdistanî û dostên wan li paytexta Elmanya Berlînê li dijî qedexeya li ser PKK’ê dest bi meşê kirin. -
'Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin'
Aktivîsta Tevgera Ciwanan a Torîno Lucîa anî ziman ku ew ê weke ciwan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn û şerê xwe bidomînin. -
Berxwedêr li Baselê li hev civiyan: Paradîgmaya Abdullah Ocalan rê nîşan dide
Di konferansa Akademiya Modernîteya Demokratîk de hat destnîşankirin ku li dijî pirsgirêkên ku modernîteya kapîtalîst rê li ber vekiriye, pêşxistina qadên hevpar ên têkoşînê girîng e û peyama mezinkirina têkoşîna enternasyonal hat dayîn. -
YXK’ê bi şîara ‘Bila qedexeya 30 salan ya PKK’ê bê rakirin‘ çalakî li dar xist
Ciwanên JXK û enternasyonalîst serdana Erdogan a Elmanyayê li Zanîngeha Freîen a Berlînê protesto kirin û banga tevlêbûna çalakiya sibe li dijî qedexeya PKK’ê bê lidarxistin kirin. -
Konferansa Akademiya Modernîteya Demokratîk destpê kir
Akademiya Modernîteya Demokratîk bi dirûşma "Hunera Azadiyê-Rêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedana Kolektîf" li Baselê ji bo 3 rojan konferansekê lidar dixe. -
FED-KURD'ê ji bo meşa li Berlînê banga tevlîbûnê kir
FED-KURD'ê ragihand ku ji ber qedexeya li ser PKK'ê ya 30 salan, ku di çavkaniyeke xwe ya hiqûqî nîne, saziyên Kurdistanî û bi hezaran Kurdên li Elmanyayê hatin krîmînalîzekirin û ji bo meşa dawiya hefteyê ya li Berlînê banga tevlîbûnê kir. -
Connor Fetîgen: Tecrîd heye, ji ber ku dewlet ji bîrdoziya Ocalan ditirse
Endamê Cowley Collectîve Connor Fetîgen diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tiştek ecêb e û got: “Ji ber ku dewleta Tirk ji bilindbûna bîrdoziyeke nû ditirse.” -
Li Winterhûrê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan ên li Winterhûrê bi banga “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” meşiyan. -
Seyît Riza û hevalên xwe li Baselê hatin bibîranîn
Seyît Riza û hevalên wî yên di 15'ê Mijdara 1937'an de li Xarpêtê hatin darvekirin, li Baselê bi çalakiyekê hatin bibîranîn. -
FED-GEL'ê banga tevlêbûna meşa li dijî qedexeya PKK'ê kir
FED-GEL'ê diyar kir ku têkoşîna li dijî qedexeya PKK'ê têkoşîna rûbirûbûn û hesabpirsînê ye û bang li gelê Elman kir ku xwedî li gelê Kurd derkeve. -
Endama MPKE’yê Castel: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan de ye
Endama Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê (MPKE) ya Katalan Laura Castel, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, pirsname pêşkêşî Serokatiya Konseya Ewropayê kir. -
Hunermend Ahmet Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
Hunermendê Kurd Ahmet Kaya ku li sirgûnê jiyana xwe ji dest da, di salvegera 23‘yemîn de li ser gora xwe ya li Parîsê hat bibîranîn. -
Li Aaraûyê ji bo azadiya Abdullah Ocalan stand hat danîn
Li bajarê Aaraû yê Swîsreyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hat danîn. -
ADGB'ê banga tevlîbûna meşa Berlînê kir
ADGB'ê ev bang kir: "Em weke pêkhateyên ADGB'ê bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku tevlî meşa 18'ê Mijdarê ya li Berlînê pêk were, bibin. -
KOMAW’ê li hemberî tecrîdê çalakî li dar xist
Malbatên Şehîdan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û bangewaziya azadiyê kirin.