Li Lefkoşyayê qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê hate protestokirin
Kurdistaniyên li Qibrisê û dostên wan li ber konsolosxaneya Elmanyayê ya li paytext Lefkoşyayê qedexeya PKK’ê protesto kirin.
Kurdistaniyên li Qibrisê û dostên wan li ber konsolosxaneya Elmanyayê ya li paytext Lefkoşyayê qedexeya PKK’ê protesto kirin.
Çalakvanên ku li ber Wezareta Karên Hundir li hev civiyan, bi dirûşmeyan heta nûnertiya Elmanyayê meşiyan. Partiyên siyasî û nûnerên wan, nûnera EDEK’ê Elena Kozakou Lymbourî, serokê giştî yê partiya Keskan George Perdîkîs, parlementerê Akelê Gîorgos Koukoumas, aktîvîst Lambros Kallenos û rojnamevan Gîorgos Tattîs piştgirî dan çalakvanan.
Di çalakiyê de ku posterên PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Çalakvanan bi berzkirina dirûşmên "Bijî PKK", "Bijî Serok APO", "Tirkiyeya faşîst, hevkar Elmanya", "Bê Serok Jiyan Nabe", "PKK gel e, gel li vir e” bertek nîşanî polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên Elmanyayê yên li dijî gelê Kurd û siyasetmedaran dan.
Çalakvanan meş li ber konsolosxaneya Elmanyayê veguherandin mîtîngê û li vir daxuyanî û axaftin kirin. Rojnamevan Giorgos Tattis danezana bi Yewnanî xwend û Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat axaftina vekirinê kir. Serhat anî ziman ku Elmanya di şexsê PKK’ê de bi terorîzekirina têkoşîna azadiyê ya gelekî, daxwazên dewleta Tirk a faşîst a li Ewropayê pêk tîne û serdana şefê faşîst Erdogan a Elmanyayê nirxand.
Serhat got: “Dewleta Elman polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst pêk tîne. Bêyî hincet siyasetmedarên Kurd darizîne û bi salan ceza dike. Herî dawî der barê hevalê me Kenan Ayaz de daxwaza girtinê derxistin û ji Qibrisê daxwaza radestkirina wî kir û hikûmeta Qibrisê hevalê me wek girtî şand Almanyayê. Hevalê me niha li Elmanyayê tê darizandin. Bi navê çi tê darizandin, bi navê terorê. Lê tu hincetan wan tune ye. Dema miijar dibe Kurd hiqûq û edalet nayên pêk anîn.”
Piştî siyasetmedarê Kurd Lêzgîn Serhat, serokê giştî yê Partiya Keskan George Perdikis, bi şermezarkirina polîtikayên arasteyî siyasetmedarên Kurd ên Elmanyayê dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: “Li ber avahiya Konsolxaneya Elmanyayê bang li siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz dikim; Baş bimîne! Heta ku Kenan azad nebe em dev ji vê têkoşînê bernadin. Ji ber ku têkoşîna kenan têkoşîneke rewa ye û têkoşîna azadiyê ya gelê xwe ye. Di heman demê de jî ez dixwazim bi vê çalakiya îro PKK ji lîsteya qedexeyê bê derxistin.
Piştre Parlamenterê Akelê Giorgos Koukoumas ku li Hambûrgê rûniştina siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz dişopîne axivî û got, "Ez beşdarî rûniştina doza Kenan Ayaz a li Dadgeha Bilind a Herêmî ya Elmanyayê bûm û ez ji we re piştrast dikim ku Kenan Ayaz sekna xwe ya bi hêz û durist didomîne û dema ku ket eywana dadgehê ne tenê bi çepikên temaşevanan, ji bo doza xwe û doza gelê Kurd nîşaneya serfiraziyê da û derbasî hundir bû. Ji bo ku têkoşîna ji bo azadiya Kenan Ayaz û azadiya Ocalan tê dayîn watedar bibe, divê PKK'ê ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropa û NATO'yê ku ev lîste bi her awayî bi kêfî û bi zanebûn tên afirandin, bê derxistin. Em piştgiriya gelê Kurd radigihînin û dibêjin bila PKK ji lîsteya qedexekirî bê derxistin.’’
Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.