KOMAW’ê li hemberî tecrîdê çalakî li dar xist
Malbatên Şehîdan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û bangewaziya azadiyê kirin.
Malbatên Şehîdan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û bangewaziya azadiyê kirin.
Malbatên Şehîdan, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî li bajarê Dortmund ê Elmanyayê çalakî li dar xistin.
Di çalakiyê de ku bi organîzasyona malbatên şehîdan (KOMAW) li pêşiya stasyona bajarê Dortmundê pêk hat pankarta bi nivîsa ‘’Em wek Komeleya Malbatên Şehîdan dixwazin tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe.’’ hate hilgirtin.
Di daxuyaniya hatî dayin de wiha hate gotin: ‘’ Mafê hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan ku di bin şertên giran ên zindanê hucreya yekkesî de girtî ye ev du sal nîv in tê binpêkirin. Em hem ji bo jiyana Abdullah Ocalan û hem jî ji bo ya hevalên ku li heman girtîgehê dimînin metirsîdar in. Em wek malbatên mexdûrên şer, Rêber Abdullah Ocalanî wek mezintirîn îradeya ku şerê heyî bi dawî bike û azadiyê dabîn bike, dibînin. Em wek KOMAW’ê van kiryarên Dewleta Tirk ên êrîşkar û dermirovî ê kesên ku li hemberî vê yekê bêdeng dimînin şîkayetî mirovahiya cîhanê dikin. Em vê bangewaziyê ji sazî û rêxistinên wekî NY, DMME û Desteya Ewlekariyê ya YE’yê ku bi rasterast yan jî nerasterast têkilî wan bi Dewlata Tirk re heye dikin: ‘’ Hewce ye hûn demildest berpirsiyariyên xwe yên ku di qanûn û rêziknameyên we de mirovahiyê esas digirin, bi cî bînin.’’