Connor Fetîgen: Tecrîd heye, ji ber ku dewlet ji bîrdoziya Ocalan ditirse

Endamê Cowley Collectîve Connor Fetîgen diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tiştek ecêb e û got: “Ji ber ku dewleta Tirk ji bilindbûna bîrdoziyeke nû ditirse.”

Endamê Cowley Collectîve Connor Fetîgen destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê her kes xwe bi rêxistin bike û got, ew ê li Ewropayê xwepêşandanan bikin.

3-5’ê Mijdara 2023’an li Parîsê ji aliyê Yoûth Wrîtîng Hîstory û Ronahî ve 1’emîn Konferansa Ciwanan a Cîhanê hat lidarxistin. Ji Îngilistanê aktîvîstê Aûtonomy and Resîstance Organîzatîon (ARO) û Endamê Cowley Collectîve Connor Fetîgen beşdarî konferansê bû. Conor Fetîgen ji ANF’ê re axivî.

Connor Fetîgen bi bîr xist ku ew tevgerek in ku armanca wan avakirina konfederalîzma demokratîk e û diyar kir ku konferans gelek bi kelecan bû. Connor Fetîgen wiha got: “Di panelan de bi taybetî sûdwergirtina ji îdeolojiya Tevgera Azadiyê ya Kurd balkêş bû. Min dît ku bi rastî jî bala mirovan dikişînin ku li Îngilistan, Fransa, Spanya û welatên din ên Ewropayê di nav kîjan çarçoveyê de bi kar bînin. Bersivên pirsên ku em çawa dikarin paradîgmaya Tevgera Azadiyê ya Kurd ji her kesên li welatên me re ragihînin û em çawa dikarin rêxistinan pêş bixin ku hîn zêdetir mirov tevlî bibin, wê di rojeva me de bin.”

Connor Fetîgen diyar kir ku divê ciwan hîn zêdetir bi rêxistin bibin û divê di navbera saziyên cuda de jî şert û mercên bi hev re xebitînê hîn zêdetir werin afirandin û wiha dom kir: “Ez bi gelek mirovên cuda re ketin nav peywendiyan ku dixwestin bi hev re bixebitin, yên dixwestin tevlî wan bibin yan jî min dixwest tevlî wan bibim yan jî min dixwest derbarê rêxistinên wan de hîn zêdetir agahî bi dest bixim. Bi vê boneyê ez hêvî dikim ku ev hevdîtin dewam bikin.”

Connor Fetîgen diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku afirênerê konfederalîzma demokratîk e, ne tiştekî ecêb e û got: “Ji ber ku dewleta Tirk ji bilindbûna bîrdoziyeke nû, bilindbûna bîrdoziyeke sosyalîst a nû ditirse û ew jî nûnerê vê ye. Divê azad bibe. Ji bo vê yekê divê em xwe rêxistin bikin. Li Ewropayê em xwepêşandanan dikin ku her kes bizane Abdullah Ocalan girtî ye.”