Siyasetmedara Katalan Laura Castel ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete nava liv û tevgerê. Endama MPKE’yê Laura Castel di pirsanameya ji Serokatiya Konseya Ewropayê re pêşkêş kir de bal kişand ser tecrîdê.
Laura Castel bersiva pirsên Erem Kansoy ji Medya Haber TV’yê da û got: "Rêya çareseriya aştiyane bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e."
Laura Castel diyar kir ku wê du pirsên nivîskî pêşkêşî Serokên Komîteyên Konseya Ewropayê kirine û wiha got: “Pirsa yekem der barê girtiyên di tecrîda mutleq de ne. Min pirs kir ku Serokên Komîteya Konseya Ewropayê çawa dikare destûrê bide ku Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girava Îmraliyê ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re bê astengkirin û têkiliya bi derve re bê qutkirin.”
Castel anî ziman ku pirseke din a li ser cezayê heta hetayê û berdewamkirina binpêkirina mafên mirovan e û wiha domand: "Gelo komîsyonek heye, Komîteya Serokên Konseya Ewropayê ku bişopîne ka Tirkiye mafên mirovan bi cih tîne yan na?"
TIRKIYEYÊ NEXWEST BERSIVA PIRSAN BIDE
Castel got ku wê her du pirs nivîskî pêşkêşî Serokên Komîteya Konseya Ewropayê kiriye û wiha domand: “Yek ji welatên endam Tirkiye nexwest bersiva van pirsan bê dayîn. Ev bi rastî pirsgirêkek mezin e. Heke lihevkirin pêk neyê û hemû welatên endam li ser metna bersivê li hev nekin, wê demê pirs bêbersiv dimînin.”
ÇARESERÎ BI AZADIYA ABDULLAH OCALAN PÊKAN E
Castel wiha got: “Li gorî min piştî azadiya Abdullah Ocalan pêvajoyeke aştiyê dikare teqez pêk were. Eger em dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, pêwîstiya me bi azadiya Ocalan heye, piştre jî divê diyalog bê pêşxistin. Divê birêz Ocalan bi xwe diyalogên aştiyê bi rê ve bibe.”