Li Londonê qedexeya PKK’ê hate protestokirin
Kurdistaniyên ku li ber Konsolosxaneya Elmanyayê ya li Londonê li hev civiyan, xwestin PKK ji lîsteya “rêxistinên qedexekirî” bê derxistin û gotin, “PKK rûmeta mirovahiyê ye. Nabe bê qedexekirin!”
Kurdistaniyên ku li ber Konsolosxaneya Elmanyayê ya li Londonê li hev civiyan, xwestin PKK ji lîsteya “rêxistinên qedexekirî” bê derxistin û gotin, “PKK rûmeta mirovahiyê ye. Nabe bê qedexekirin!”
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Gel a Kurd li dijî qedexeya PKK’ê ya li Elmaya û YE’ê, li ber Konsolosxaneya Elmanyayê ya li Londonê çalakiyek hate lidarxistin.
Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hilgirtin. Di çalakiyê de dirûşmen “PKK gel e, rûmeta me ye”, “Delîst PKK know” (Bila PKK demildest ji lîsteyê bê derxistin) “Faşîst Erdogan, dewleta Tirk a qirker”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin û pankarta bi nivîsa “PKK ji bo mafên gelê Kurd şer dike. PKK ne terorîst e” hate hilgirtin.
Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd Aso Kerîmî daxuyanî da û daxuyaniya KCDK-E’ê ya li dijî qedexeya PKK’ê xwend. Kerîmî destnîşan kir ku divê Elmanya dev ji polîtîkayên zext û qedexekirinê yên li dijî gelê Kurd berde.
Aso diyar kir ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin divê qedexeya PKK’ê bê rakirin û got: “Divê qedexeyên li Elmanyayê ên li ser PKK û rêxistinên din ên Kurdan rabin û ji lîsteya terore ya EU’yê derbikeve.”
Piştî axaftina Aso ji Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal xwest axaftinekê bike. Lê belê di vê kêliyê de polise Îngilîz, bi hinceta ‘’alên PKK’ê’’ êrîşî çalakiyê kir. Çalakvan hatin binçavkirin. Di navbera polîs û çalakvanan de pêvçûn derket. Bi taybetî, aktîvîsta jin a Kurd Heval Beritan, bertekeke hişk nîşanî polîs da û wiha got: ‘’Ma ne PKK ye ku ji bo rûmeta mirovahiyê şer dike. Yê ku li dijî barbariya DAÎŞ, dîktator û faşîstan şer dike PKK ye. Em Kurd in û PKK em in. Hûn nikarin me terorîst îlan bikin. Hûn nikarin PKK’ê ku ji bo rûmeta me canê xwe daye qedexe bikin’’.
Dema polîsan agahiyên nasnameya çalakvanan digirtin, çalakgerên din bi çepik û dirûşmeyan bertek nîşanî polîsan dan. Çalakvanan piştî ku hatin berdan çalakiya xwe ya li ber konsolosxaneya Elmanyayê domandin û li ber stranên PKK'ê govend gerandin.