ADGB'ê banga tevlîbûna meşa Berlînê kir

ADGB'ê ev bang kir: "Em weke pêkhateyên ADGB'ê bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku tevlî meşa 18'ê Mijdarê ya li Berlînê pêk were, bibin.

Hêzayekgirtî ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bi daxuyaniyeke nivîskî banga tevlîbûna meşa ji bo şermezarkirina salvegera qedexeya li ser PKK’ê ku 18'ê Mijdarê de li paytexta Elmanya Berlînê tê lidarxistin, kir.

ADGB’ê daxuyand ku 30 sal in dewleta Elmanyayê bi awayekî bûhiqûqî qedexeya PKK’ê dimeşîne û wiha domand: “Ev jî zirarê dide demokrasî û hiqûqa navneteweyî. Dewleta Elmanya destekê dide Erdogan û ew jî hem li hundir û hem jî li derve êrîşî gelê Kurd dike. Di meha Mijdarê de Erdogan tê Elmanyayê û wê bi Serokkomarê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier û Serokwezîr Olaf Scholz re hevdîtinekê pêk bîne. Em dizanin ku Erdogan di vê serdanê de xwedî berjewendiyên piralî ye.”

ADGB’ê destnîşan kir ku bi wesîleya salvegera 18'ê Mijdarê meşeke navendî tê lidarxistin û wiha pêde çû: “ Wê di meşê de pêşwazîkirina Erdogan jî bê şermezarkirin. Tevlîbûna meşê wê li dijî polîtîkayên îstîsmar, zext û şer bibe bersiva herî baş ji Erdogan re. Em bang li hêzên demokratîk dikin ku tevlî meşa Berlînê ya 18’ê Mijdarê bibin.