FED-GEL'ê banga tevlêbûna meşa li dijî qedexeya PKK'ê kir
FED-GEL'ê diyar kir ku têkoşîna li dijî qedexeya PKK'ê têkoşîna rûbirûbûn û hesabpirsînê ye û bang li gelê Elman kir ku xwedî li gelê Kurd derkeve.
FED-GEL'ê diyar kir ku têkoşîna li dijî qedexeya PKK'ê têkoşîna rûbirûbûn û hesabpirsînê ye û bang li gelê Elman kir ku xwedî li gelê Kurd derkeve.
Federasyona Gelê Kurd FED-GEL’ê daxuyaniyek nivîskî da û banga tevlêbûna meşa li dijî qedexeya PKK’ê kir.
Daxuyaniya FED-GEL’ê wiha ye:
“Di du sedsalên derbasbûyî de têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê û hewldana tepisandina vê daxwaza mafdar tu carî kêm nebûye. Mirov dikare bêje ku du sedsalên dawî yên Kurdistanê bi yek hevokê ‘dîroka serhildan û berxwedanê’ ye.
Dema ku mîsyon û siberoja Rojhilata Navîn di dîroka xwe ya nêz de ava dibû, hem rêveberiyên herêmî û hem jî hêzên derve timî hewl didin ku wê bixin bindest bikin û bifetisînin. Gelê Kurd ji roja destpêkê ve li dijî dewleta faşîst a Tirk a ku îro sedsaliya xwe pîroz dike serî hildaye û ji bo daxwaza azadiyê bi her awayî têdikoşe. Gelê Kurd ê ku ji serhildanên Agirî, Zîlan, Koçgirî, Sason, Palo û Dersimê encam negirt, herî dawî bi PKK'ê re bi rêxistinbûyîna xwe dest bi berxwedanê kir. Berxwedana gelê PKK’î ya ku 45 sal in li çiya û bajarên Kurdistanê berdewam dike, bîranînên lehengî, fedekarî û berxwedanên ku nayên jibîrkirin afirand. Tifaqa ku desthilatdarên herêmî yên mêtinger ev çaryek sed sal in bi hêzên navneteweyî re ava kirine, îro li ber vîna Kurdan têk çûye. Vîna PKK’iyên li dora Rêbertiyê bûne yek, her carê komplo û polîtîkayên tasfiyekirinê yên navneteweyî pûç kirine.
Di serdema me de ku maf û azadîyên mirovî pêş dikevin, demokrasî têne pîrozkirin, jiyanek bi rûmet û ewle tê belavkirin. Dema ku dor tê ser mafên rewa yên siyasî û çandî yên gelê Kurd, durûtiya cîhanê derdikeve holê û boyaxa li ser rûyê modernîteya kapîtalîst diherike.
Ya herî eşkere ya vê durûtiyê ew bû ku dewleta Elman di sala 1993’yan de li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî PKK'ê weke rêxistineke terorîst îlan kir û hewl da rê li çalakiyên wê yên li nava welat bigire.
Dewleta Elman guh neda têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd a ku du sed sal in dewam dike, hewl da PKK’ê bêedaletî nîşan bide û tasfiye bike. Mêtingerên ku ev 30 sal in Kurdistan dagirkiriye, li kêleka dewletên Ereb, Tirk û Farisan e, hewl dide gelê Kurd û vîna wî ji destên wê bigire.
Qedexeyên PKK'ê yên ku tu rewatî û hincetên wê tune ne, weke astengî derdikeve pêşiya daxwaza azadiya gelê Kurd. Ev jî di serdema me de bi awayekî eşkere berovajî nirxên mirovahiyê ye.
Weke federasyona FED-GEL’ê ku em gelê Kurd ê mezlûm temsîl dikin, em bang li dewleta Elman dikin ku li biryarên xwe yên siyasî yên şaş ên weke qedexeyên PKK’ê ku di pêşerojê de wê ji aliyê dîrokî û mirovahiyê ve sûcdar bike, ji nû ve binirxîne. Qedexekirina PKK’ê fêdeya nade tu civaka ku gelê Kurd bi hev re bijîn.
Ji bo ku gel bi hev re wekhev û bi rûmet bijîn divê qedexeyên li ser PKK’ê demildest bên rakirin.
Em bang li gelê Elman dikin ku bi boneya meşa ji bo rakirina qedexeya PKK’ê li Berlînê bê lidarxistin, bi gelê Kurd re bibin xwedî helwest. Em gel û dostên Kurdistanê vedixwînin meşa 18'ê Mijdarê ya ku li Berlînê pêk were.”