Hunermend Ahmet Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
Hunermendê Kurd Ahmet Kaya ku li sirgûnê jiyana xwe ji dest da, di salvegera 23‘yemîn de li ser gora xwe ya li Parîsê hat bibîranîn.
Hunermendê Kurd Ahmet Kaya ku li sirgûnê jiyana xwe ji dest da, di salvegera 23‘yemîn de li ser gora xwe ya li Parîsê hat bibîranîn.
Hunermendê Kurd Ahmet Kaya ku di 16'ê Mijdara 2000'an de li paytexta Fransa Parîsê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da, bi pêşengiya TEV-ÇAND/Ewropa li ser gora xwe ya li Goristana Parîs Pére Lachaise hat bibîranîn. Hevjîna Ahmet Kaya, Gulten Kaya, Osman Baydemîr, hunermendên TEV-ÇAND’ê Farq3in Azad, Deza Amed, derhêner Şehram Alîdî, helbestvan Selîm Temo û heskiriyên wî tevlî bîranînê bûn.
Li ser daxwaza hevjîna Ahmet Kaya, Gulten Kaya strana Mîr Perwer ku par beşdarî bîranînê bû û di Kanûna 2022’an de li Parîsê hat qetilkirin, bi giriyê hat lêxistin.