KCÊ-E li dijî êrîşên li ser Şengalê banga yekîtî û tifaqê kir

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê şermezar kir. Koordînasyonê bang li tevahiya civaka Êzidî kir ku li dora nirxên xwe bicivin û yekîtiya xwe xurt bikin.

Bi navê Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan, Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan, Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, Hevbendiya Êzidiyên Sûriyeyê, Hevgirtina Ciwanên Êzidî û Navenda Çanda Êzidxanê daxuyanî hate dayin.

Di daxuyaniyê de êrîşa dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin û şervanên YBŞ'ê Argeş Feqîr û Berxwedan Şengalî yên 13’ê Mijdarê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Sinûnê yê Şengalê şehîd bibûn, hatin bîranîn.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê diyar kir ku êrîş ne êrişeke ji nişka ve bû, demeke dirêj bû ku plana êrîşê dihate kirin û îşaret bi destê PDK'ê û hin xayinên li herêmê hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hevkariya bi dijminan re ne di xizmeta Êzidxanê de ye û wiha hate gotin: "Ji her demê bêhtir derfetên serketinê, yekîtî û tifaqê heye. Ji ber wê divê civaka me ji her demê bêhtir li dora van nirxên xwe bicive û yekîtiya xwe xurt bike."

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê heta dawiyê li ser şopa cangoriyên xwe bin û hewl bidin hemû nirxên wan ên ku afirandine, biparêzin û armanca wan pêk bînin.

Di dawiya daxuyaniyê de, di şexsê Argeş û Berxwedan de hemû cangoriyên Êzidxanê hatin bîranîn.