FED-DEM’ê banga tevlîbûna meşa li Berlînê kir

FED-DEM’ê li dijî qedexeya li ser PKK’ê bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî meşa li Berlînê bibin ku wê di 18’ê Mijdarê de bê lidarxistin.

Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Bakurê Elmanya (FED-DEM) ji bo rakirina qedexeya PKK’ê bi daxuyaniyekî nivîskî banga meşa li Berlînê kir.

Daxuyaniya FED-DEM’ê wiha ye:

“PKK tevgereke azadî û berxwedanê ya gelê Kurd e. Ev 30 sale bi awayekî neheqî qedexeya li ser PKK bi taybetî li Ewropayê ji aliyê dewleta Alman ve tê rêvebirin. Ev qedexe li ser bingeha berjewendiyên dewleta Elman û Ewropa bi Tirkiyeyê re ye. Em dizanin ku PKK ji bo hemû gelên azadîxwaz û bindest bûye hêviya azadiyê. Ev şerê niha li Rojhilata Navîn û Kurdistanê diqewime di serî de dewleta Tirk berpirsiyar e. PKK û Rêber Apo xwedî rêka çareseriya bingehîn a pêvajoyê ne.

Di 26'ê Mijdara 1993'an de biryara qedexeyê li hemû çalakiyên qadê li ser PKK hate dayin. Ji vê demê û pê ve heta niha bi awayekî fermî astengî ji bo çalakiyên azadîxwazan heye. Di vê çarçoveyê de bi taybet li Elmanya gelek welatparêz û azadîxwazên me hatine cezakirin û zîndanîkirin.

Li ser vê bingehê di 18'ê Mijdarê de wê li Berlînê li dijî qedexeya li ser PKK meşeke mezin bê lidarxistin. Em bangli hemû Kurdistanî û dostên xwe dikin ku tevlî meşê bibin. Her wiha em li hemberî serdana Erdogan ji bo Almanya dengê xwe bilind bikin, ji ber ku ev serdan li ser bingeha dijbertiya gelê Kurd e û dixwazin bi her awayî rê li çalakî û xebatên azadiya gelê me bigrin. Lewma pêwîste em bi ruhê seferberî tevlî meşa li Berlînê bibin.”