KCDK-E: Erdogan ê ku sûcdarê şer e divê li Elmanyayê neyê vexwendin û were darizandin

KCDK-E diyar kir ku heke Elmanya girêdayî nirxên gerdûnî be, ji ber ku Erdogan sucdarê şer e û qatilê gelan e divê vexwendina 17’ê mijdarê betal bike. KCDK-E ji bo çalakiya li Berlînê ya li dijî qedexeya PKK’ê bê lidarxistin banga seferberiyê kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser vexwendina Serokwezîr Scholz di 17’ê Mijdarê de tê Elmanyayê. Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) vexwendnameya ku tê de planên qirêj ên li dijî gelê Kurd heye, rojek beriya meşa girseyî ya 18'ê Mijdarê li Berlînê ya li dijî qedexeya PKK'ê bê lidarxistin, şermezar kir û bang li dewleta Elman kir ke divê demildest dev ji vê helwesta xwe berde.

Daxuyanî wiha ye: “Dîktatorê xwînmij Erdogan ku li Rojhilata Navîn destekê dide her cure terorê, li Tirkiyeyê muxalefetê tepeser dike, li Kurdistanê qetlîaman dike, di 17’ê Mijdarê de tê Elmanyayê.

Dîktator Erdogan sûcdarekî şer e ku bi artêşa xwe ya xwînmij herêma Kurdistanê dagir dike, bombe li Kurdan dibarîne û li Rojhilata Navîn planên bi xwîn xist meriyetê. Elmanya ku yek ji welatên girîng ên demokrasiya Ewropayê ye, beriya meşa mezin a protestokirina qedexeya PKK'ê ya li Berlînê bê lidarxistin, bi mazûvaniya vî qatilê xwînxwar helwesta xwe nîşan dide.

Ger dewleta Elman bi rastî jî xwedî li mafên mirovan, demokrasî û nirxên gerdûnî derdikeve, divê helwestek zelal nîşan bide û di 17’ê Mijdarê de dîktator Erdogan venexwîne. Erdogan ê ku dest bi xwîn, ji ber ku sûcdarê şer û qatilê gelan e, ne asayî ye ku li Elmanyayê bibe mêvanê dewletê.

Eşkere ye ku dîktator Erdogan sûcdarê şer e, ev serdan ne ew qas bêguneh e. Rasthatina vê serdanê û meşa 18'ê Mijdarê, nîşan dide ku di navbera hikûmeta Elman û Tirkiyeyê de 'lihevkirinên qirêj' ên nû hene. Birêz Olaf Scholz dixwaze ‘hemû mijarên siyasî‘ yên ku bandorê li her du welatan dike, di şîva ji hêla Serokwezîriya Federal were dayîn de, bi dîktator Erdogan re biaxive.

Bêguman şerê li Rojhilata Navîn, rêvebirina koçberiyê, paşeroja peymana YE-Tirkiyeyê, hevkariya NATO û planên qirêj ên li dijî gelê Kurd nîqaş bên meşandin.

Gelê Elman, dij-faşîst û komên mûxalîf ên ku li alîgirên mirovahiyê ne û dibînin ku gelê Kurd bi qirkirina vî dîktatorî re rû bi rû ne, diyar dikin ku ew vê serdanê şermezar dikin. Dîsa di serî de kampanyaya ‘Rakirina qedexeya li ser PKK'ê‘ û tifaqa li dijî mîlîtarîst ‘Bêçekkirina Rheînmetall‘ jî di nav de gelek sazî ragihandin ku ew serdana Erdogan protesto dikin.

Weke Kurdistanî em vê serdana anîne dema meşa navendî ya 18’ê Mijdarê li Berlînê pêk were şermezar dikin û bang li dewleta Elman dikin ku demildest dev ji vê helwesta xwe berde û vexwendnameyê betal bike.

Em bang li gelê xwe û hemû kesên li kêleka mirovahiyê ne dikin ku ji bo meşa mezin a 18’ê Mijdarê ya li Berlînê seferber bibin û bi beşdarbûneke girseyî bersivê bidin Erdogan ê dîktator û hikûmeta Elman a ku wî vexwendiye.”