'Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me hemûyan e'

Ji Studenti Independenti Beatrice Boggoi diyar kir ku ew piştgiriyê didin kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan û got, "Bi dîtina min, azadiya wî tê wateya azadiya min, azadiya we û azadiya me hemûyan."

Ji beşdarên Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya li Parîsê endama Studenti Independenti (Xwendekarên Serbixwe) Beatrice Boggio destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî modernîteya kapîtalîst alternatîfeke afirîner pêşkêş dike, hêviyê dide mirovan, lewma divê azad bibe. Aktîvîst Beatrice Boggio ku ji Îtalyayê beldarî konferansê bû, bersiv da pirsên ANF'ê.

Hûn çima tevlî vê konferansê bûn?

Em hatin vê derê, ji ber ku beriya çend salan me li Îtalyayê di nava xwe de dest bi nîqaşkirina Tevgera Azadiyê ya Kurd kirin. Hin hevrêyên me çûn Kurdistanê. Dema ku vegeriyan hatin binçavkirin û bi heman rengî zextên giran hatin kirin. Ji bo piştgiriya bi wan re gelek xwepêşandan hatin lidarxistin. Me jî dest bi perwerdekirina xwe ji aliyê îdeolojîk ve kirin. Piştre jî ji bo parvekirina fikrên xwe em hatin vê derê.

Atmosfera li konferansê çawa bû?

Destpêkê gelekî dudil bûm, ji ber ku welê difikrîm ku em ê bi mirovên têne naskirin re bimînin. Li şûna vê yekê li atmosfereke welê rast hatim ku gelekî germ bû, mêvanperwer bû û her kes bi her kesî re diaxivî. Ev yek gelekî bi xweşiya min çû. Ji bo nîqaşkirinê parvekirineke xurt a îradeyê heye. Lewma min xwe weke li mala xwe hîs kir.

Weke pêkhateyên konferansê hûn dixwazin paşerojê çi bikin?

Konferans ji me re bû bingeh ku xwe hîn bi berfirehî bi rêxistin bikin. Ne tenê rêxistiniya li qada herêmî, di heman demê de weke platformeke navneteweyî. Me li vê derê dest bi karekî gelekî mezin kir. Em ê axaftina bi hev re, naskirina têkoşîna li herêmên cuda û nûkirina xwe dewam bikin. Em ê piştgiriya hev bikin, di heman demê de ji bo mezinkirina hev û afirandina alternatîfeke rasteqîn hewl bidin.

Di konferansê de we nîqaş li ser konfederalîzma demokratîk jî kirin. Damezrînerê vê yekê Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye. Nêzî 32 meh in agahî jê nayê wergirtin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Divê li ti cihî kiryareke bi vî rengî li kesî neyê kirin. Bi taybetî mirovekî ku li hemberî modernîteya kapîtalîst alternatîfeke welê afirîner pêşkêş kiriye, bala ewqas mirovî kişandiye û bûye hêvî ji mirovan re, divê ti carî zext û zilmeke bi vî rengî nebîne. Ji ber vê yekê weke Studenti Independenti em piştgiriyê didin kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan. Bi dîtina min azadiya wî tê wateya azadiya min, azadiya we, azadiya me hemûyan. Tişta destpêkê ku divê em bikin axaftin û nîqaşkirina li ser rewş û azadiya wî ye. Heta ku hikumetên me zextê bikin divê em hewl bidin. Em dikarin zextê li hikumeta Tirk bikin û bi vî rengî bandorê bikin, bikin ku azad bibe. Beriya her tiştî divê haya me ji rewşê hebe.