Ciwanên li ber Konseya Ewropayê çalakî kirin hatin binçavkirin
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakî kirin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakî kirin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî li avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.
Polîsên Fransî ciwanan bi tundiyê binçav kirin. Ciwanên ku hatin kelemçekirin û rûbirûyê tundiyê man, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.