Li Londonê ciwan ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan

Li Londonê bi pêşengtiya TCŞ û TêkoJIN’ê di çarçoveya pêngava ‘’Ji Abdullah Ocalan re Azadî û Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’’ de meşek hate lidarxistin.

Ciwanên endamên TCŞ û TêkoJIN’ê ku paytextê Îngilistanê Londonê hatin ba hev, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Kolanan bi dirûşmeya ‘’Bijî Serok Apo’’ deng veda.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Rêber Apo, bi komployeke navneteweyî ev 24 sal in li Girava Îmraliyê di şertên êşkence û tecrîda girankirî de têkoşîneke bêhempa raber dike. Saziyên weke CPT, Desteya Ewropayê û Yekitîya Navneteweyî li hemberî êşkenceyên ku li Rêber Apo tên kirin, ti bertekan nîşan nadin û rê li ber pêşveçûna faşîzma Tirk vedikin. Em jî weke Tevgerên ciwanên şoreşger ên li Ewropayê TCŞ û TêkoJIN’ê di çarçoveya pêngava ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cuda ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, her tim wê li qadan bin.’’