Li Swîsreyê ji bo rojnamevan Ahmed Azad Çagan çalakî hate lidarxistin

Li Swîsreyê ji bo rojnamevan Ahmed Azad Çagan ku di bin gefa îadekirina Tirkiyeyê de ye, li ber Buroya Koçberiyê (SEM) a li bajarokê Wabern beî Bernê daxuyanî hate dayîn.

Daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Buroya Koçberiyê ji aliyê Înîsiyatîfa Azadiyê ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de daxwaza azadiya rojnamevan Çagan hate kirin û nerazîbûn hate nîşandan ku Swîsre di demên dawî de li dijî rojnamevanan taktîkên dewleta Tirk pêk tîne.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hat destnîşankirin ku Ahmed Azad Çagan neçar maye ku ji zilma dewleta Tirk bireve û xwe bispêre Swîsreyê û hat diyarkirin ku Çagan 6’ê Mijdarê li kantona Baselê hate binçavkirin û di bin gefa dersînorkirinê de ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku binçavkirina Çagan û hewldanên îadekirina wî nayên qebûlkirin. Di dawiya daxuyaniyê de bang hate kirin ku rojnamevanê Kurd Çagan demildest were berdan.

Nûnerê Înîsiyatîfa Azadiyê ya Rojava, Robîn li ser navê gelê Kurd û saziyên dost axivî. Robîn bal kişand ser azadiya çapemeniyê û got ku divê demildest rojnamevan Çagan were berdan.

Înîsiyatîfa azadiyê daxwaza hevdîtinê kir, lê daxwaz bêyî bersiv hate hiştin. Rayedarên Buroyê, anîn ziman ku ti bersiv ji daxwaza wan a hevdîtinê re nehatin dayîn û diyar kirin ku wê li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin.

Rayedarê Înîsiyatîfê Mazlûm Kizildag jî destnîşan kir ku divê demildest dawî li vê bêhiqûqiyê were.

Saziyên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) û Rote Hilfe (Alîkariya Sor) mudaxeleyî mijarê bûn.