Fatoş Saglamgoz li Arnhemê hate bîranîn
Fatoş Saglamgoz (Sema) ku ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 11’ê Mijdara 2003’an bedena xwe da ber agir, li bajarê Arnhem ê Hollandayê hate bîranîn.

Fatoş Saglamgoz (Sema) ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 11’ê Mijdara 2003’an li bajarê Goteborg ê Swêdê bedena xwe dabû ber agir û şehîd bûbû.
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan û tevgera jinan axaftin hatin kirin.
Di merasîmê bîranînê de helbestek a Şehîd Fatoş Saglamgozê ku beriya şehîd bibe nivîsandibû, hate xwendin û hevalên şehîdê yên jin ku bi wê re têkoşîn meşandine, qala bîranînên xwe yên bi şehîd re kirin.
Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.