KCDK-E’yê ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê bang kir

KCDK-E’yê bi daxuyaniyekê wiha got: “Em bang li Kurdistaniyan dikin ku tevlî meşa ku di 18’ê Mijdarê de li Berlînê bi pêşengiya saziyên Elman, li dijî qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê û polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan wê bê lidarxistin, bibin.”

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) ji bo rakirina qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya KCDK-E’yê bi vî rengî ye:

“Rakirina qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê wê rê li ber çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêşxistina demokrasiyê li Tirkiyeyê veke.

Di encama têkiliyên siyasî û aborî yên Elmanyayê bi Tirkiyeyê re, di sala 1993’an de hikûmeta wê demê ya Elmanyayê li ser daxwaza dewleta Tirkiyeyê bi biryareke siyasî pêvajoya qedexekirina xebatên PKK’ê li Elmanyayê da destpêkirin. Bi vê biryarê ku gava yekemîn a krîmînalîzekirina Kurdan e, hate xwestin ku çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk asteng bike.

Ev qedexe gav bi gav hatiye pêşxistin û hema bêje li Ewropayê ketiye pratîkê. Têkoşîna mafdar û rewa ya azadiya gelê Kurd bi têgeha 'terorîzmê' hatiye krîmînalîzekirin. Weke gel, têkoşîna mafdar a ku zêdetirî 100 sal di serdema komara Tirk de berdewam kir, bi dezenformasyonê û polîtîkayên qedexekirinê ji bingeha xwe hate qutkirin. Elmanya ku pêşengiya vê pêvajoya qedexekirinê kir, gelek deman serî li pêkanîn û qedexeyên ku bi dewleta Tirk a qirker re dişibin hev, daye.

Di nav qedexeyên dewleta Elman de qedexekirina al, pankart, wêneyên Rêbertî, meş, mafê rêxistinbûn û kombûnê heta girtin û avêtina siyasetmedaran a li zindanan derket. Ev zext û qedexeya li ser gelê Kurd ku li Ewropayê hejmara wî ji 3 milyonî derbas dibe, pêkanînek antîdemokratîk e.

Ji ber vê neheqiya gerdûnî ya ku bi qedexeya PKK’ê ve pêk hatiye, dewleta Tirk bi salan e li Kurdistanê qetlîaman dike, Kurdistanê dagir dike û li ber çavê cîhanê sivîlan qetil dike. Ev helwesta berdewam û rêbaza qirkirinê ya pir kevn pirsgirêkan çareser nake, kûrtir dike û zirarê dide demokrasî û hiqûqa navneteweyî.

Ev qedexeya li ser PKK’ê ku tevgereke hevpar a nasname û baweriyên cuda ku li Rojhilata Navîn jiyana hevpar a demokratîk û jiyana azad a jinê diparêze, li pêşiya demokrasiyê asteng e. Berdewamkirina qedexekirina PKK’ê ku li ser navê mirovahiyê li dijî DAÎŞ’ê şer kir û ew têk bir, ne tenê rê li ber pêşketina demokrasiyê digire, di heman demê de rê li ber dîktator Erdogan a bi hişmendiya DAÎŞ’ê jî vedike û alozî û qeyrana li herêmê jî kûrtir dike.

Guhertinek bi rakirina qedexeya PKK’ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk, wê çareseriya pirsgirêkan hêsan bike û rê li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê veke. Tê zanîn ku rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê, guhdarîkirina daxwazên azadiyê yên Kurdan û çareserkirina wan e. Ango çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd, mifteya demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn e.

Di biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksemburgê ya sala 2018’an û biryara Dadgeha Bilind a Belçîkayê ya sala 2020’an de hat gotin ku PKK weke rêxistineke terorîst nayê dîtin; Biryar hat dayîn ku PKK di çarçoveya hiqûqa şer de wek yek ji aliyê şerê bê dîtin.

Tevî van biryarên hiqûqî jî, parastina qedexeya li ser PKK'ê ya ku di wijdanê hemû civakên cîhanê de weke têkoşîna azadî, wekhevî û azadiya jinê tê qebûlkirin, hem hiqûq û hem jî wijdana mirovahiyê binpê dike û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd asteng dike. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker li Rojava, Şengal, Başûr, ango li tevahiya Kurdistanê rê li ber qirkirina Kurdan vedike, divê êdî qedexeya PKK’ê rabe.

Ev daxwaz ne tenê weke daxwaza saziyên Kurd û gelê Kurd e, her wiha weke daxwaza beşên civakê yên cuda yên li welatên cuda, di parlamento, konferans, kongre û xwepêşandanên kolanan de tê îfadekirin.

Niha dem hatiye ku qedexeyên li ser PKK û rêxistinên din ên Kurdan ên li Elmanyayê bên rakirin û ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê bên derxistin. Her wiha di 10’ê Cotmehê de li zêdetirî 100 navendên cîhanê banga ‘Ji Rêber Ocalan re Azadî û Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’, qedexeyê bê wate dike.

Weke KCDK-E em bang li Kurdistaniyan dikin ku tevlî meşa ku di 18’ê Mijdarê de li Berlînê bi pêşengiya saziyên Elman, li dijî qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê û polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan wê bê lidarxistin, bibin. Her wiha em bang li Kurdistanî û kesên azadîxwaz û wekhevîxwaz dikin ku tevlî çalakiyên ku di heman rojê de li ber konsolosxaneyên Elmanyayê yên hemû welatan wê bên lidarxistin, bibin.”