Li Bernê ji bo rojnamevan Çagan çalakî hat lidarxistin

Piştî rayedarên Buroya Koçberiyê daxwaza hevdîtina çalakgeran a ji bo rawestandina radestkirina rojnamevan Ahmed Azad Çagan a Tirkiyeyê red kir, li Bern Bahnhofplatzê çalakî li dar xistin.

Înîsiyatîfa Ji Ahmed Azad Çagan re Azadî ji bo rojnamevan Ehmed Azad Çagan ê li Swîsreyê di bin gefa radestkirina Tirkiyeyê de ye li ber Buroya Koçberiyê (SEM) ya li bajaroka Wabern beî Bernê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Înîsiyatîfê xwest bi rayedaran re hedîtinê pêk bîne, rayedaran daxwaz red kir. Li ser banga Înîsiyatîfê li Bern Bahnhofplatzê mîtîngek hate lidarxistin.

Di daxuyaniya ku bi Elmanî, Kurdî û Tirkî hatin dayîn de, fikarên li ser jiyan û ewlehiya rojnamevan Çagan a ji bo radestkirina Tirkiyeyê anîn ziman. Di daxuyaniyê de her cure zextên li ser gelê Kurd û çapemeniya mûxalîf di dîroka dewleta Tirk de hatin bibîrxistin û wiha domand: "Em weke înîsiyatîf dixwazin biryara radestkirina Ehmed Azad Çagan a ji bo Tirkiyeyê bê rawestandin û di demek herî kurt de serbest bê berdan. Heta Ehmed Azad Çagan azad bibe em ê bi çalakiyên xwe hemû mafên xwe yên demokratîk bikar bînin."

Piştre çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.