Seyîd Riza û hevrêyên wî li Lîverpoolê hatin bibîranîn
Meclîsa Gelê Kurd a Liverpoolê ji bo bîranîna Seyîd Riza û hevrêyên wî yên di 15'ê Mijdara 1937'an de li Qada Bugdayê ya Xarpêtê hatin darvekirin, merasîmek li dar xist.
Meclîsa Gelê Kurd a Liverpoolê ji bo bîranîna Seyîd Riza û hevrêyên wî yên di 15'ê Mijdara 1937'an de li Qada Bugdayê ya Xarpêtê hatin darvekirin, merasîmek li dar xist.
Gelek kes beşdarî merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Kurd a Liverpoolê hat lidarxistin bûn. Di merasîma bîranînê de çira hatin vêxistin û ji bo şehîd Seyîd Riza û hemû şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Ji Navenda Civaka Kurd a Liverpoolê Mehmet Heval di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Seyid Riza serî li ber rejîma kemalîst a faşîst netewand. Îro her bawerî, her ziman û fikrên serhildêrî anîne cem hev û têkoşîna azadiya Kurd berfireh kiriye. Îro bi milyonan bi ruhê Seyîd Riza li dijî faşîzmê ne. Dersım wê tu carî nebe Tuncelî û wê bi dirûşma Kurdistana azad û Dersima xweser têkoşîna xwe bidomîne.”
Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Îngilîstanê Saît Suruç di axaftina xwe de diyar kir ku siyaseta faşîst a înkar û qirkirinê ya li ser gelê Kurd dewam dike û wiha axivî: "Dijmin ne tenê Seyîd Riza û hevalên wî qetil kir, dixwaze gelê Kurd ji qirkirinê derbas bike. Dixwazin gelê Kurd ji hev qut bikin û bindest bikin. Lê belê gelê Kurd, li hemberî vê zîhniyeta qirker mîna Seyîd Riza û Şêx Seîd serî netewand, natewîne û siyaseta wan serobino kirin. Ev zilm wê teqez têk biçe, ji niha ve tê têkbirin. Ruhê Seyîd Riza ji çiyayên Kurdistanê heta deştan bi afirandina destanên bilind ên bi destên zarokên birûmet ên gelê Kurd berdewam dike."
Merasîma bîranînê bi xwendina helbestan bi dawî bû.