Li bajarê Halle yê Elmanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” civîna gel hat lidarxistin. Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça û siyasetmedar Faysal Sariyildiz tevlî civînê bûn.
Di civînê de Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça axivî. Akça anî ziman ku divê gelê Kurd ji pêngavê re pêşengiyê bikin û got: “Divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em têkoşînê geş bikin. Divê em meclîsên gel ava bikin û ji bo mafên xwe yên demokratîk bitêkoşin û xwedî li saziyên xwe derkevin.”
Akça diyar kir ku dem hatiye ku bi yek dengê li dijî qedexeya PKK’ê biqîrîn û got: “Ji bo meşa 18'ê Mijdarê li Berlînê bê lidarxistin, me lez daye xebatên xwe. Divê em hewl bidin ku bi deh hezaran kes tevlî meşê bibin.”
Siyasetmedar Faysal Sariyildiz jî axivî û bal kişand bi ser qedexeya PKK'ê û got: “Em hatine qonaxeke ku qedexekirina PKK’ê bûye sedem ku Kurd nekarin mafên xwe yên demokratîk jî bi kar bînin. Wezîrê Karên Hundir ê serdemê jî diyar kir ku biryareke siyasî ye, tu bingeheke qanûnî jî nîne. Gotina ‘Çalakiyên PKK’ê zirarê dide têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re’ jî delîlê vê yekê ye. Em jî dibînin ku ev qedexe bi tecrîdê re jî girêdayî ye. Di rastiyê de li qada navneteweyî li dijî îşkenceya sîstematîk tu gav nayên avêtin.”