Nobeda li Strasbourgê bi koma ji Hollandayê dewam dike
Çalakiya nobedê di hefteya 595'an de bi koma ji çar kesan a ji Hollandayê dewam dike.
Çalakiya nobedê di hefteya 595'an de bi koma ji çar kesan a ji Hollandayê dewam dike.
Nobeda ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê hate destpêkirin bi komeke nû dewam dike.
Di hefteya 595'an a çalakiya nobedê de ji bajarê Amsterdam ê Hollandayê Ahmet Kaya, Ozan Batga, Şoreş Bozkûrt û Şiyar Ateş tevlî çalakiyê bûn.
Berdevkê komê Ahmet Kaya bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in tecrîdkirî ye, di sê salên dawî de agahî jê nayê wergirtin û destnîşan kir ku heta misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan wê têbikoşin.
Ahmet Kaya got, "Em bang li gelê xwe yê li çar parçeyan û li Ewropayê dikin ku xwedî li rêberê xwe derkeve. Ewlekarî, tenduristî û azadiya Rêberê me ji bo gelê me gelekî girîng e."
Berdevkê komê diyar kir ku armanca wan guhertina rewşa heyî û misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan e.